Heyva Sor a Girkê Legê rojane zêdeyî 70 nexweşî derman dike

Heyva Sor a Kurd a Girkê Legê rojane pêşwaziya zêdeyî 70 nexweşî dike. Her wiha di nava sazî û dibistanên navçeyê de pêngavên zanekirin û hişyarkirinê organize dike.

Heyva Sor a Girkê Legê rojane zêdeyî 70 nexweşî derman dike
Heyva Sor a Girkê Legê rojane zêdeyî 70 nexweşî derman dike
Heyva Sor a Girkê Legê rojane zêdeyî 70 nexweşî derman dike
Heyva Sor a Girkê Legê rojane zêdeyî 70 nexweşî derman dike
Heyva Sor a Girkê Legê rojane zêdeyî 70 nexweşî derman dike
Heyva Sor a Girkê Legê rojane zêdeyî 70 nexweşî derman dike
Heyva Sor a Girkê Legê rojane zêdeyî 70 nexweşî derman dike
Heyva Sor a Girkê Legê rojane zêdeyî 70 nexweşî derman dike
12 îlon, 2020   02:23
QAMIŞLO- KELSÛMA ELÎ

Rojane bi dehan nexweşên ji navçeya Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û gundên wê ji bo tedawiyê diçin navenda Heyva Sor a Kurd a navçeya Girkê Legê. Nexasim piştî ku nirxê venêrînê li kilîkên bijîşkan zêde bûye ku di navbera 4 hezar heta 5 hezar lîreyên sûrî ye û bihayê dermanan zêde bûye. Navenda Heyva Sor li gorî derfetên xwe xizmetê pêşkêş dike.

Navenda Heyva Sor a Kurd rojane pêşwaziya zêdeyî 70 kesî dike ku fehsên pêwîst ji wan re çêdike, her wiha bê pere derman pêşkêş dike.

Navenda Heyva Sor a Kurd a Girkê Legê ji beşê hundirîn, jin, zarok, destwerdana destpêkê, dermanxane pêk tê. Navend ji saet 08:00'an heta saet 15:00'an vekirî ye.

Endamên Heyva Sor a Kurd di navendê de hemû tedbîrên parastinê ji vîrusa koronayê digre. Her wiha şîretên derbarê xweparastina ji vîrusê pêşkêşî nexweşan dike. Beşê perwerdeyê yê navendê jî di nava sazî, meclis, komîn, dibistanên navçeyê pêngavên zanekirin û hişyarkirinê li dar dixe û belavokên tenduristiyê belav dike.

Endama rêber a navenda Heyva Sora Kurd Cemîla Temê destnîşan kir ku ew desteka tenduristiyê û desteka manewî pêşkêşî şêniyan dike û got: "Em desteka tenduristiyê ji dermanan ji nexweşan re peyda dikin. Nemaze kesên muhtac ên ku ji ber bilindbûna nirxê fehiskirin û dermanan nikarin biçin kilîkên taybet."

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZEkcG6R-sj0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>