​​​​​​​Divê hevgirtina mala Kurd çêbe ku li hember êrişên Tirkan bisekinin

Jinên Derbêsiyê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Heftanînê, bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê û xwedaxistina ji dewleta Tirk re şermezar kirin. Her wiha destnîşan kir ku divê hevgirtina mala Kurd çêbe da ku li hember êrişên dewleta Tirk ên dijî Kurdan bisekinin.

​​​​​​​Divê hevgirtina mala Kurd çêbe ku li hember êrişên Tirkan bisekinin
12 îlon, 2020   01:23
HESEKÊ-BOTAN HISÊN-OLVA HAC MENSÛR

Di demekê de ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê ya Medyayê, bi taybet li dijî Heftanîn û Şengalê zêde dibin, Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 4’ê vê mehê de serdana Enqereyê kir. Divê li şûna serdanê helwesteke tund der barê êrişên dewleta Tirk de bigirta.

Analîzvan diyar dikin ku serdana Nêçîrvan Barzanî di vê demê de, sepandina hevgirtina hikumeta Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk re li dijî şêniyên wê dike, her wiha êrişên li ser Heftanînê rewa dike.

Di vî warî de, jinên Dirbêsiyê êrişên dewleta Tirk li dijî herêma Heftanînê şermezar kirin û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku ji bêdengiya xwe derkeve.

Dîlber Şemo ji şêniya Dirbêsiyê ye êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker ji demekê ve êrişên tund li dijî Heftanîn û herêmên başûr pêk tîne û sivîlan dike armanc. Lê hikumeta Başûrê Kurdistanê bê deng e.

DIVÊ HEVGIRTINA MALA KURD LI HEMBER ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK HEBE

Der heqê serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Tirkiyê de, Dîlber Şemo wiha axivî: "Ji serdanê diyar dibe ku planên pêşerojê di navbera dewleta Tirk û Başûrê Kurdistanê de li ser hesabê gelê Kurd hene û hikumeta Başûr ji van êrişan razî ye."

Dîlber Şemo wiha domand: "Ji her kurdekê re şerm e ku bê deng bimîne. Divê tevahî li dijî zilm û êrişên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd pêk tîne, serî hildin. Pêwîst e mala Kurd çêbe, alîkariya têkoşîn û berxwedana şervanan ya li Heftanînê bê kirin."

Dîlber Şemo bang li tevahî gel kir ku bi rihê berpirsiyarê tev bigerin û li dijî êrişên dewleta Tirk serî hildin, her wiha bang li tevahî partiyên siyasî kir yekitiyê xwe ava bikin û nakokiyên partîtî yên teng  bidin aliyekî û tenê ji bo parastina mafên gelê Kurd û hebûna wê bixebitin.

DEWLETA TIRK XWÎNRIJADIN JI MEZINÊN XWE YÊN OSMANÎ WERGIRTIYE

Şêniya bi navê Emel Mêrzo ji bajarokê Xenamiyê yê Dirbêsiyê têkildarî sedema paşxaneya êrişên li dijî Heftanînê eşkere kir û got serkeftinên HPG’ê yên bênavber li kêrê dewleta Tirk nehatin. Ji ber dîroka wê bi qirkirinên ku ji mezinên xwe yên Osmanî wergirtine, dagirtî ye.

Emel Mêrzo bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û wiha da zanîn: "Tenê bêdengiya hikumeta başûr girêdana eşkere û nepenî ya hikumeta başûr û dewleta Tirk nîşan dide, ev jî ji bo hikumeta herêma Kurdistanê helwesteke şermînî ye."

Emel Mêrzo di axaftina xwe wiha bilêv kir: "Di demekê de ku gelê Kurd li benda encamên dan û standina ku niha di navbera hêz û partiyên siyasî de rû dide de ye, îro em dibînin ku Nêçîrvan Barzanî li ser maseya dewleta Tirk a kujerê gelê Kurd û li gel ala wê rûniştî ye. Gelo çawa hikumetek mîna hikumeta başûr têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re girê dide? Gelo çawa hevkariyê bi dewleta Tirk re di êrişa li ser Heftanînê dike?"

Li aliyekî din jî şêniya bi navê Niserîn Hisên êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku sînorekî ji dewleta Tirk re deynin û der barê sûcên dewleta Tirk de yên li dijî gelên cîranê wê, temaşeker nemînin.

(fr)

ANHA