Ji konferansa tenduristiya jinan biryarên giring derketin

Konferansa Yekemîn a Tenduristiyê ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi girtina biryaran derbarê pêşxistina qada tenduristiyê ya jinan de bi dawî hat.

Ji konferansa tenduristiya jinan biryarên giring derketin
11 îlon, 2020   15:17
QAMIŞLO

Xebatên konferansa yekemîn a tenduristiyê ya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwendina rapora salane û nîqaşkirina wê dewam kir. Her wiha ji bo pêşxistina qada tenduristiyê ya jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşniyar hatin kirin û wekî biryar di dawiya konferansê de hin biryar hatin girtin.

Piştî nîqaşan, Meclisa Tenduristiyê ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji 21 endaman pêk tê hate avakirin.

Konferans bi wergirtina biryaran bi dawî bû, ji wan:

-Perwerdeya pîşeyî û fikirî wezîfeya sereke ya xebatên qada tenduristiyê ye.

-Dê perwerdeyên fikirî werin vekirin, komîteyên dayîna perwerdeyê li tevahî herêman werin avakirin da ku encamên baş pêk bîne.

-Bi armanca dabînkirina desteka dirûnî li hin herêman, kadroyên Heyva Sor a Kurd û navendên tenduristiyê werin birêxistinkirin.

-Bernameyên tenduristiyê werin amadekirin û li ser dezgehên ragihandinê werin belavkirin.

-Dê tiba xwezayî were pêşxistin û birêxistinkirin û li gorî derfet û pêwîstiyan cihên taybet jê re werin veqetandin.

-Nexweşxaneyeke taybet a jinan li herêma Cizîrê were vekirin.

-Beşek taybet a welidandinê li herêmên Kesra û Siwer ên Dêrazorê werin vekirin.

-Di hemû nexweşxaneyan de beşê jinan werin vekirin.

-Navendeke keşifkirina bi lez a penceşêra pêsîran li hemû kantonan werin vekirin.

ANHA