MSD'ê bi semînerekê ‘Rêveberiya Xweser’ nîqaş kir

Siyasetmedar Ekrem Hiso got: "Rêveberiya Xweser projeyeke şoreşgerî ye, armanca wê avakirina Sûriyeke nû ji bo hemû sûriyan e. Her wiha ev sazî, dikare serkêşiya tevgera gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta gelemperiya Sûriyê bike." Hiso destnîşan kir ku gelek astengiyên rêxistinî, siyasî û leşkerî li pêşiya vê tecrubeyê derdikevin.

MSD'ê bi semînerekê ‘Rêveberiya Xweser’ nîqaş kir
MSD'ê bi semînerekê ‘Rêveberiya Xweser’ nîqaş kir
MSD'ê bi semînerekê ‘Rêveberiya Xweser’ nîqaş kir
MSD'ê bi semînerekê ‘Rêveberiya Xweser’ nîqaş kir
MSD'ê bi semînerekê ‘Rêveberiya Xweser’ nîqaş kir
11 îlon, 2020   15:02
HESEKÊ

Rûniştina sêyemîn a panela MSD'ê ya li bajarê Hesekê ya bi mijara "Rêveberiya Xweser û rêgezên karên saziyan û mekanîzmeya pêşxistina beşdarbûna di rêveberiyê de" bi dawî bû.

Rûniştina sêyemîn bi dayîna semînerekê li ser girîngiya Rêveberiya Xweser, destpêka wê, armanc û hêviyên wê, astengiyên siyasî, rêxistinî, xizmetguzarî û leşkerî yên li pêşiya wê derdikevin bi dawî bû. Siyasetmedar Ekrem Hiso ev semîner da.

Hiso got: "Di pêvajoyeke hestiyar ji temenê aloziyê Sûriyê de û ji ber pêwîstiyekê, piraniya pêkhateyên siyasî, etnîkî û olî yên herêmê li ser amadekirina belgeyekê li hev kirin. Ev belge navê hevpeymana civakî lê hate kirin."

Hiso diyar kir ku piştî amadekirina vê belgeyê Rêveberiya Xweser hate ragihandin û wiha domand: "Projeya Rêveberiya Xweser projeyeke şoreşgerî ye, armanc dike Sûriyeke nû ji bo hemû Sûriyan ava bike. Rêveberiya Xweser 21'ê Çileya 2014'an li bajarê Amûdê hate ragihandin. Piştre li Kobanê û Efrînê hatin ragihandin. Piştre jî mezin û berfireh bû û bû 7 rêveberî ku daxwazên gelên Sûriyê yên ku ji bin nîrê çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, bi cih bîne."

Ekrem Hiso got, bendên hevpeymana civakî li gorî xusûsên pirrengiya etnîkî, olî, ziman û çanda gelên li herêmê hatin danîn.

Her wiha îşaret bi armancên Rêveberiya Xweser kir û da zanîn ji ber rewşa welatparêzîya durist a ku ji taybetmendiyên Rêveberiya Xweser bi lez di nava atmosfêra şoreşê de bi pêş ket û hişt ku Rêveberiya Xweser bibe wekî sîstemeke rêveberiya xwecihî û rewşeke sazûmanî ku dikare serkêşiya tevgera gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelemperiya Sûriyê bike.

Hiso bal kişand ser astengiyên ku li pêşiya rêveberiyê derkevin û got: " Di biryarên rêveberiyê de tevlihevî heye, ku rewşeke necudabûna di navbera biryarên stratejîk yên xwedî taybetmendiyên siyasî û rêveberiya xebitandina ji bo qezenciyê de ferz kir. Planên stratejîk ên aborî baş nînin. Her wiha dosyaya siyasî ya Sûriyê bi giştî di aliyê beşdarbûna hin kongreyan roleke mezin di astengkirina pêşketine Rêvebera Xweser de dilîze."

Têkildarî rageşiyan jî Ekrem Hiso got: "Gefên dewleta Tirk û komên çete û DAIŞ'ê, qanûna Qeyser, cezayên Yekitiya Ewropayê, zehmetiyên ku bi pêvajoya rêveberiyê re li herêmên Rêveberiya Xweser pêk dihatin, hişt ku nezelalbûn di xebatên xizmetguzariyê yên hin qadan de çêbibe."

ANHA