Desteya Tenduristiyê: 3 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da.

Desteya Tenduristiyê: 3 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
11 îlon, 2020   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku jinek 56 salî ji bajarê Hesekê, zilamekî 54 salî ji Qamişloyê û jinek 19 salî ji Şehbayê ji ber şewba vîrusa koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daneyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmên rêveberiyê heta niha 45 kes ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest da, 783 kes nexweş in û 238 kes baş bûne.

ANHA