MSD`ê dest bi panelên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

MSD`ê bi dirûşma "Ber bi kongreyeke neteweyî ve ji bo şêniyên Cizîr û Firatê" bi beşdariya 500 kesayetên siyasî û civakî yên kantona Hesekê panelek li dar xist.

MSD`ê dest bi panelên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir
11 îlon, 2020   10:11
HESEKÊ

Di çarçoveya lidarxistina kongreyeke neteweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de îro MSD`ê bi dirûşma "Ber bi kongreyeke neteweyî ve ji bo şêniyên Cizîr û Firatê" panela xwe ya yekemîn li kantona Hesekê li dar xist.

Panel li Hola Teyfûr a bajarê Hesekê û bi beşdariya zêdetirî 500 kesayetên siyasî, eşîr û pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan bi rê ve diçe.

Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Xelef Dahûd axaftina vekirinê kir û got: "Îro mirovahî di guhartinên mezin re derbas dibe, pêla bûyeran, nakokiyan, xetereyên herêmî û navneteweyî zêde dibin."

Xelef wiha dewam kir: "10 sal di ser serhildana azadî û rûmetê re derbas bûn û heta niha gelê Sûriyê ji bo azadî û mafên xwe qezenc bike newestiyaye, di qonaxa salên aloziyê de gelek guhartin di welat de çêbûn, ji wan re birînên kûr anîn ku bêyî rakirina terorê, dagirkeriyê, rejîmên serdest û vegera biryara serweriya Sûriyê ku rûmeta gel diparêze, ew ê qet birînên wan baş nebin."

Xelef Dahûd bal kişand ser ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê guhartina zû nas kir, civakê xwe li ser rêgezên demokratîk, mafên mirovan û biratiya gelan bobelatên li herêmê derbas kirin, rêveberiya xwe ya xweser û sivîl ava kir û QSD jî ava kir û QSD li dijî rêxistinên terorê yên cîhanê bi hezaran şehîd û birîndar dan û parastina mirovahiyê dike.

Xelef da zanîn ku ji bo çareseriya siyasî MSD xwedî nêrîneke siyasî ye, rastiya serdemê nas kiriye û xwedî exlaq e, îro jî banga parastina van destkeftiyan dike ku tekane rêya parastina wan jî xurtkirina demokrasiyê, edaleta civakî û azadiyê ye.

ꞌBI HEV RE EM PARASTINA WELATÊ XWE JI TERORÊ BIKINꞌ

Xelef Dahûd destnîşan kir ku her welatiyekî Sûriyê hewl dide aloziya Sûriyê bi dawî bike, asta destwerdanên derve kêm dike, ji bo vegera koçber û penaberan li warên xwe kar dike, projeyên parçekirinê red dike, ji bo çareseriya siyasî-sûrî dixebite, dê cihekî di nav wan de bibîne, bi hev re ji bo parastina welat ji terorê û komployan kar bikin, parastina ewlehiya civakê, parastina sînorê welat erkeke neteweyî, exlaqî û mirovî ye û dikeve ser milê civakê.

Dahûd diyar kir ku ev gav ji bo garantiya Sûriyê ye, ew ê fikira demokratîk bişopînin, dawî li terorê û serdestan bibînin û li şûna wê serdema azadiyê, mafên, edaleta civakî û wekheviyê, serdema edalet û qanûnê û serdema hesabxwestinê bi cih bikin.

Xelef Dahûd îşaret pê kir ku hevdîtina wan ji bo pêşxistina rêveberiyê û lêgerîna li rêbazên beşdariya rastîn e û wiha pê de çû: "Em bawer in ku em dikarin hîn zêdetir kar û xebatê bikin, em dikarin hevkar û dijber bin, ji bo pêşeroja zarokên xwe em dikarin berdêlan bidin û ew ê rojekê serbilind in ku bapîrên wan ji bo pêşeroja wan tiştên herî giranbuha kirine qurbanî."

Panel bi nîqaşa 3 xalan berdewam e; xala yekemîn dê balê bikişîne ser têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên herêmê, rola wan di avakirina pêşeroja gelê Sûriyê û rola pêkahteyên Sûriyê di garantiya van têkiliyan de.

Rojeva duyemîn jî dê behsa diyalogên Sûrî-Sûrî, diyaloga bi muxalefetê re, diyaloga bi hikumetê re û diyaloga Kurdî-Kurdî û bandora wan di çareseriya siyasî de bike.

Rojeva sêyem û dawîn dê balê bikişîne ser Rêveberiya Xweser û mekanîzmaya kar û xebata saziyan û mekanîzmaya pêşxistina beşdariya ji Rêveberiya Xweser re.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3o3PWkhrAPg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>