Artêşa Tirk a dagirker li Mabatayê bi dehan sivîl revandin

Polîsên leşkerî yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker duh bi şev êrişî navçeya Mabata ya kantona Efrînê kir û bi dehan şêniyên wê revandin.

Artêşa Tirk a dagirker li Mabatayê bi dehan sivîl revandin
11 îlon, 2020   09:50
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên herêmî, polîsên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker duh di saetên derengiya şevê de êrişî şêniyên navçeya Mabatayê ya kantona Efrînê ya dagirkirî kir.

Çavkaniyan diyar kir ku polîsên leşkerî bi dehan şêniyên navçeyê revandin.

Ji sivîlên ku hatine revandin, navên 3 kesan hate zanîn; Îbrahîm Xencer, Îsmet Xoce û Ehmed Meşko.

Heta niha çaranûsa kesên revandî ne diyar e.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane sivîlan direvînin û beramberî serbestberdana wan fîdyeyan dixwazin.

(şx)

ANHA