Emîne Osê: Gel bi vîna xwe, xwe weke hêzekê ferz kir

Emîne Osê got gel bi vîna xwe, xwe weke hêzekê di nava hevsengiyên navneteweyî de ferz kir. Her wiha îşaret pê kir ku şoreşa Rojava ya ku hêza xwe ji berxwedana gel girtiye, bi tunekirina rêxistina herî terorîst cîhan hejand.

Emîne Osê: Gel bi vîna xwe, xwe weke hêzekê ferz kir
11 îlon, 2020   09:41
QAMIŞLO

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê di Konferansa Jin a Tenduristiyê de ya ku beriya çend kêliyan li bajarê Rimêlanê dest pê kir, axivî.

Emîne Osê di axaftina xwe lidarxistina konferansê li beşdaran û endamên tenduristiyê pîroz kir û got: Sûriyê û Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dijwar e ya ku dişibe şerê cîhanê derbas dibe. gelê Sûriyê di destpêka aloziya Sûriyê de banga azadî û edaleta civakî kir. Lê hikumeta Sûriyê welat wêran kir. tenê bêhna mirin û wêraniyê ji welêt tê. Opozîsyona Sûriyê jî hewl da ajandeyên dewletên herêmî pêk bîne ew jî saziyên welêt wêran kirin.

Emîne Osê di berdewama axaftina xwe de behs kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêya sêyemîn û avakirina rêveberiya xweser pejirand û diyar kir ku ev rêveberî li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevpar ava dibe û wiha domand: “Şoreşa Rojava ji Kobanê dest pê kir û li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû. Rêveberiyê bi derfetên xwe yên xweser dest bi rêya azadî, wekhevî û edaleta civakî kir. Gel dest bi avakirina saziyên xwe yên demokratîk, pêşkêşkirina çareseriyên serkeftî û projeyên demokratîk û parastina xwe û beşên Sûriyê yên mayî kir.”

Her wiha Emîne Osê destnîşan kir ku gelê herêmê bi vîna xwe di vê rewşa trajedîk de ya ku Sûriyê tê re derbas dibe, xwe weke hêzekê di nav hevsengiyên navneteweyî de ferz kir. Ji wê zêdetir, ji tevahiya gelê Sûriyê re bû hêvî.

ŞOREŞA ROJAVA LI SER VÎNA GEL AVA BÛYE

Emîne Osê bi bîr xist ku berxwedana destanî ya li hemberî artêşa Tirk a dagirker li ser dirêjahiya xeta sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama rêgeza stratejîk a demokratîk e û pêkanîna wê di demekê de ku dijberiya hêzên dijber li hemberî hêviyên gelê Sûriyê zêde dibin.

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê di dawiya axaftina xwe de got: “Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha vîna tevahiya pêkhateyên herêmê ava bûye. Ev şoreş bi tunekirina hovantirîn rêxistina terorîst DAIŞ`ê cîhan hejand. Bi giyana jina azad, biratiya gelan û hevgirtina xwe em soza şopandina rêgez û armancên şehîdên xwe yên leheng ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û tunekirina terorê, avakirian Sûriyeyeke nenavendî û pirrengî ku hêviyên gelê Sûriyê peyda dike, didin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/-WdTrKAJpdk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>