Pompeo dê sibe serdana Qibrisê bike

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo ragihand ku ew ê sibê serdana Qibrisê bike û li herêma rojhilatê Deryaya Spî dawî li rageşiyê bîne û bang li dewleta Tirk kir ku hêzên xwe vekişîne.

Pompeo dê sibe serdana Qibrisê bike
11 îlon, 2020   09:12
NAVEND NÛÇEYAN

Piştî serdana Qibrisê dê Pompeo serdana Dewhayê jî bike û beşdarî destpêkirina diyalogên hikumeta Efganistanê û tevgera Talîbanê bibe.

Mike Pompeo duh diyar kir ku serdana wî ji Qibrisê re di çarçoveya berdewamkirina peywendiyên bi serokê DYA’yê Donald Trump, hempîşeyê wî yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis de ye.

Pompeo ji rojnavemanên di balafigeha xwe de got divê bi rêyeke dîplomatîk û aştiyane ev ragêşî were çaresekirin, ji ber ku ew ê ji bo çareseriyê xebatê bike.

Pompeo îşaret bi rola Almanyayê di sivikkirina ragêşiyê de kir, li gel vê Fransayê jî di ragêşiya li Deryaya Spî de roleke sereke list û piştgiriya Yewnanistan û Qibrisê kir. Pempeo got ew hêvîdar e ku diyalogên realîst li dar bixin û alavên leşkerî werin vekişandin û bi vê yekê dibe ku diyalog li dar bikevin.

Piştî DYA`yê dorpêça bi salan li ser Qibrisê ferz kiribû rakir, Pompeo ev serdan pêk anî.

(eh)