Cotkar: Berhema fisteqên helebî baş e, lê nirxê firotinê kêm e

Li Minbic û Kobanê berhevkirina fisteqên helebî bi dawî bû. Li gorî cotkaran berhema îsal baş bû, lê nirxê firotinê gelekî kêm e.

Cotkar: Berhema fisteqên helebî baş e, lê nirxê firotinê kêm e
Cotkar: Berhema fisteqên helebî baş e, lê nirxê firotinê kêm e
Cotkar: Berhema fisteqên helebî baş e, lê nirxê firotinê kêm e
Cotkar: Berhema fisteqên helebî baş e, lê nirxê firotinê kêm e
Cotkar: Berhema fisteqên helebî baş e, lê nirxê firotinê kêm e
Cotkar: Berhema fisteqên helebî baş e, lê nirxê firotinê kêm e
Cotkar: Berhema fisteqên helebî baş e, lê nirxê firotinê kêm e
Cotkar: Berhema fisteqên helebî baş e, lê nirxê firotinê kêm e
11 îlon, 2020   07:27
MINBIC – SELWA EBDULREHMAN

Piştî derdora 3 hefteyan ji berhevkirinê, cotkarên fisteqên helebî yên Minbic û Kobanê berhevkirin bi dawî kirin. Her du bajar bi darên fisteqên helebî navdar in.

Li gorî hin daneyan, berhemê îsal ê fisteqên helebî li Minbicê gihaşt derdora 500 hezar tonî.

Li gel Kobanê û Minbicê, darên fisteqên helebî li gundewarên bakurê rojavayê Helebî û gundewarên Idlib, Hema û Himsê belav dibin.

Sûriye di rêza caremîn de piştî Îran, Amerîka û Tirkiyê di berhemên fisteqên helebî de navdar e.

BERHEM BAŞ E, NIRX KÊM E

Bazirganê fisteqên helebî Elî Dendûn ê ji Minbicê diyar kir ku berhemên fisteqên helebî îsal li gorî salên borî baş e.

Elî Dendûn, destnîşan kir ku nirxê firotinê yê fisteqên helebî erzan û sedema vê yekê spart, girtina deriyên sînor ji ber belavbûna vîrusa koronayê ku derxistina berhem ji bo derve asteng dike.

Dendûn, bi bîr xist ku berhemên fisteqên helebî vediguhestin bajarê Helebî û ji wir derdixistin dewletên Kendava Erebî, Misir û Urdinê.

Bazirgan fisteqên helebî zuha dikin û depo dikin da ku derxînin herêmên din ên derveyî Sûriyê, lê girtina rê û deriyên sînor dibe asteng.

Nirxê kîloyeke fisteqên helebî bi goşî ji 3 hezar heta 6 hezar û 500 lîreyên Sûriyê û yên jihevkirî ji 4 hezar û 500 heta 5 hezar û 500 lîreyên Sûriyê ye, her wiha nirxê kîloyek bi libî ji 9 hezar heta 10 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Li Minbicê du kargehên şikandin û qeşartina fisteqên helebî hene ku 24 saetan dixebitin. Yek li gundê Eseliyê ye ya ku darên fisteqên helebî lê hene û ya din li gundê Mehsinê ye.

Endamê rêveber ê Saziya Çandiniyê ya Minbicê Xalid Oso diyar kir ku rûbera zeviyên fisteqên helebî ji aliyê saziyê ve ruxsetkirî ye û got, derdora 40 hezar donim bi fisteqên helebî tê çandin.

Oso got ji bo avdanê mazotê li cotkaran belav dikin û destnîşan kir ji bo her hektarekî 50 lître mazot wekî beşa yekem belav kirine û dê du carên din jî were belavkirin. Her wiha got, semada azot û fosfatê jî li cotkaran belav kirine.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/A6suvS4gCRA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>