Li Dêrikê milyonek û sed hezar lître mazot hate belavkirin

Miqdarê mazota ji bo demsala zivistanê li bajarê Dêrikê hatiye belavkirin gihaşt milyon û sed hezar lîtreyan û hîn jî belavkirina mazotê li gorî lênûskên malbatî dewam dike.

Li Dêrikê milyonek û sed hezar lître mazot hate belavkirin
Li Dêrikê milyonek û sed hezar lître mazot hate belavkirin
Li Dêrikê milyonek û sed hezar lître mazot hate belavkirin
10 îlon, 2020   08:03
QAMIŞLO-NEJBÎR OSMAN-ÎSAM ABDULLAH

Rêveberiya Sotemeniyê ya Dêrikê piştî bi hevkariya meclisên navçeyê û meclisên gundan û li  gorî lênûskên malbatî navên şêniyên tomar kirin, dest bi belavkirina mazota zivistanê kir.

Beriya demsala zivistanê dest pê bike, ji destpêka meha Tebaxê ve bi hevkariya meclisa Dêrikê û meclisa beravê mazot li şêniyan tê belavkirin.

Komîteya Sotemeniyê heta niha milyonek û sed hezar lître mazot li gundên beravê û taxên Dêrikê belav kirine û hîn jî belavkirin berdewam e.

Di qonaxa para yekemîn de her malbatekê 400 lître mazot wergirt û dê paşê para duyemîn û sêyemîn werin belavkirin.

Miqdara ji bo gundên beravê hatibû veqetandin, bi dawî bû û niha mazot li taxên Dêrikê tê belavkirin.

Endamê Rêveberiya Sotemeniyê ya Dêrikê Demhat Elî got: "Piştî gund bi dawî bûn belavkirina mazotê berdewam e, şêniyan ev gav pêşwazî kir û kêfxweşiya xwe têkildarî kalîteya mazotê û mekanîzmaya belavkirinê û miqdara wê destnîşan kir."

Elî da zanîn ku li gorî kartên hejmara malbatên mazot wergirtine gihaşt 25 hezar û 95 malbatan.

Di dawiyê de Demhat Elî destnîşan kir ku armanca wan ji  van kartan bi rêxistin kirin û da ku bi hêsanî tevahiya malbatan para xwe bistînin û pirsgirêk dernekevin.

(eh)

ANHA