Rojnameyên erebî: Fransa ji bo sekinandina li hemberî Tirkiyê, Ewropayê komî ser hev dike

Rojnameyên erebî yên îro behsa şewatên li herêmên Sûriyê, ragêşiya di navbera Fransa-Tirkiyê de û vekişîna hin hêzên Amerîkayê ji Iraqê kir.

Rojnameyên erebî: Fransa ji bo sekinandina li hemberî Tirkiyê, Ewropayê komî ser hev dike
10 îlon, 2020   07:58
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: HÊRSA SÛRIYÊ JI DERENGMAYÎNA AGIRKUJIYA RÛSYAYÊ

Rojnameyên Erebî yên îro têkildarî rewşa Sûriyê behsa gelek mijaran kir, ji wan şewatên li gelek parêzgehan rû dan. Rojnameyê wiha nivîsand: "Ji ber derengmayîna Rûsyayê ji vemirandina şewatên li rûbereke berfireh a naverasta Sûriyê û rojavayê wê Şam bi hêrs bû."

Gerînendeyê Rêxistina Parastina Sivîl a girêdayî hikumetê lîwa Seîd Ewed got ji beriya dehan salan ve şewateke wiha çênebûye, alîkariya hêzên çekdar heta astekê şewat vemirand, lê dewletên hevalbend ên wekî Rûsyayê nebûn alîkar.

Ji beriya çend rojan ve li daristan û herêmên daristanan ên li naverasta Sûriyê û rojavayê wê bûyereke şewatê rû dide û tîmên agirkujiyê û artêşa Sûriyê hewl didin vemirînin, ta agir negihêje malan jî.

Ajansa SANA bi bîr xist ku duh balafireke Îranê ku derdora 40 ton av bar kiribû, anî ji helîkopterên artêşa Sûriyê re û ev cara yekemîn e ku beşdarî vemirandina şewata li herêmên çiyayî, dibe.

Beriya çend rojan li herêmên cuda yên gundewarên Hema û Laziqiyê ku erdnîgariya wan tev li hev e, bûyerên şewatê rû da, paşê agir gur bû û rûbera şewatê hîn zêdetir fireh bû. Kanalên fermî beriya çend rojan dîmenên pîtên agir ên li daristanan belav dibû weşandin û ji ber vê rûbereke mezin ji daran bûn xwelî.

EL-EREB: FRANSA JI BO LI DERYAYA SPÎ LI HEMBERÎ DEWLETA TIRK BISEKINE HÊZAN LI KORSÎKAYÊ KOM DIKE

Têkildarî ragêşiya di navbera Fransa-Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Îro serokê Fransayê Emmanuel Macron lûtkeya ji dewletên başûrê Yekitiya Ewropayê ya li girava Korsîyakê bi rê ve dibe. Macron li bendê ye ku lûtkeyê bi sekandina aloziya di navbera Tirkiyê û Yewnanistanê bi dawî bibe.

EL-BEYAN: ŞANDEYÊN SERAC Û MISRATAYÊ LI BER DERIYÊ MISIRÊ NE

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan ev nivîsand: "Hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê û hêzên îslama siyasî û fermandarên şer ên li rojavayê Lîbyayê ji bo diyaloga bi Qahîreyê re hewl didin rêyên nû vekin, ji ber ku nas kirin ku bêyî Misirê ne şer û ne jî aştî çênabe.”

(eh)