Însiyatîfa Jîn a Jinan piştî teqîna li Beyrûtê bi roleke girîng rabû

Weqfa Jîn a Jinan û Weqfa Newroz hîn jî xwarinê li karkerên li herêmên wêrankirî yên li paytexta Lubnanê Beyrûtê belav dikin û hewl didin bi karê kollektîf ên komeleyên Beyrûtê, taxê zindî bikin.

Însiyatîfa Jîn a Jinan piştî teqîna li Beyrûtê bi roleke girîng rabû
10 îlon, 2020   08:53
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Meha borî teqînek li bendera Beyrûtê rû da û ji wê demê ve gelek însiyatîf derketin hole û ji van însiyatîfan yek jî însiyatîfa Weqfa Jîn a Jinan e. jinan parên xwarinê li kesên zirar dîtine belav dikin. 

Têkildarî vê însiyatîfê seroka Weqfa Jîn Buşra El-Elî axivî û got:"Piraniya rêxistinên civaka sivîl ên li Lubnanê ji bo ku bi kesên zirar ji ber teqînê dîtine, bibin alîkar, 24 saetan kar dikin û hewl didin avahiyên Beyrûtê û herêmên wêrankirî ji nû ve zindî bikin. Kar û xebat bi alîkariya rêxistin û saziyên navneteweyî pêk tê û tevahiya cureyên alîkariyan pêşkêş dikin, ji wan derman û xwarin û pêwîstiyên bingehîn in."

Buşra El-Elî da zanîn ku însiyatîfên jinan ên wiha xwedî girîngî ne, ji ber ku ew pê bawer in ku jin dê rolekê bilîzin an jî divê di çarçoveya alîkariyê û avakirinê de roleke girîng bilîzin, ji ber ku jin zarokan xwedî dikin.

Buşra El-Elî di berdewama axaftina xwe de got ev însiyatîf xwedî girîngî ye, ji ber ku hikumeta Lubnanê alîkariyê nake, ne tenê ji ber saziyên navneteweyî alîkarî radestî rêxistinên civaka sivîl kiriye, lê belê îro kesên ser hikum ji wan re tenê dabeşkirina kursiyan girîng e, ev jî di dezgehên çapemeniyê de diyar dibe, bi gotineke din piştî teqîna li Beyrûtê rû da hikumet ne yasayî ye, ev jî ji ber gendelî û paşguhkirina ji gelê Lubnanê û di vir de rola însiyatîfa jinan  derdikeve hole, valahiya hikumetê dadigire û ji bo zindîkrina jiyana li Beyrûtê roleke sereke dilîzin. 

eh

ANHA