Divê dewleta Tirk peyman û qanûnên parastina jinan pêk bîne

Endama Rêveberiya Desteya Jinan a Herêma Efrînê, têkildarî binpêkirina mafên jinan wiha got: "Bi şermezarkirinê dozên jinan li herêmên dagirkirî çareser nabin. Divê li ser binpêkirina peyman û qanûnên girêdayî parastina jinan, bi şêwazên qanûnî zext li dewleta Tirk bê kirin."

Divê dewleta Tirk peyman û qanûnên parastina jinan pêk bîne
8 îlon, 2020   06:56
ŞEHBA- LÎNDA ŞÊX

Dewleta Tirk a dagirker kiryarên xerab der heqê jinên herêmên dagir kirine û li Bakurê Kurdistanê dewam dike. Tirkiyê bi van binpêkirinan û bi hemû şêwazên fîzîkî û derûnî, dixwaze vîna jinan têk bibe.

Têkildarî binpêkirinên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û Tirkiyê, Ajansa Nûçeyan a Hawarê hevpeyvînek bi Seroka Desteya Jinan a Herêma Efrînê Zelûx Reşîd re pêk anî.

Zelûx Reşîd bi taybetî îşaret bi siyaseta dewleta Tirk a zêdekirina binpêkirinên li dijî jinên Efrînê û Tirkiyê kir û got: "Siyaseta Tirkiyê ne nû ye. Dewleta Tirk a dagirker ji berê ve hemû rêbazên çewisandinê û qirkirina gelên ku bi hev re li ser xakekê dijîn, dimeşîne. Ji lewra, em dibînin ku dewleta Tirk jinan hedef digire, ji ber ku dizane ku vîna jinan vîna civakê ye û azadiya jinan azadiya civakê ye. Ji ber wê kuştin, tundî û hemû binpêkirinên li dijî jinan zêde kir."

Zelûx wiha domand: "Dewleta Tirk dizane ku jinên Kurd koletiyê qebûl nakin. Jinan êdî xwe nas kiriye û banga maf û azadiya xwe dikin. Ji ber wê yekê û bi taybetî ji aliyê hikumeta AKP`ê ve, tên hedefgirtin."

Zelûx destnîşan kir ku li Bakurê Kurdistanê bûyerên kuştin, tundî, tecawiz û destdirêjiya cinsî li dijî jinan heta li cihên giştî bi awayekî rojane pêk tên û got: "Ji bo civaka Tirkiyê êdî ev yek bûye diyardeyeke xwezayî."

Têkildarî rola rêxistinên mirovî û navneteweyî li hemberî binpêkirinên Tirkiyê, Zelûx got: "Mixabin, rêxistinên mirovî û hiqûqî tenê van bûyeran şermezar dikin.  Şermezarkirin bi kêrî van dozan nayê. Ji lewra, divê bi şêwazên qanûnî zext li Tirkiyê bê kirin û li ser nepêkanîna peyman û qanûnên girêdayî parastina jinan, hesab jê bê xwestin."

Zelûx Reşîd di dawiya axaftina xwe de got: "Ev rêxistin hevkarên dewleta Tirk in û ji tundî û sûcên li dijî jinên herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, berpirsiyar in."

(cx)

ANHA