​​​​​​​NATO: Yewnanistan û Tirkiyê li ser diyalogan li hev kirin

Sekretêrê Giştî yê NAOT Jens Stoltenberg got, Yewnanistan û Tirkiyê têkildarî nakokiyên derbarê rojhilatê Deryaya Spî de li hev kirine ku bikevin nav dan û standinan.

​​​​​​​NATO: Yewnanistan û Tirkiyê li ser diyalogan li hev kirin
3 îlon, 2020   18:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekretêrê Giştî yê NAOT Jens Stoltenberg daxuyand "Piştî danûstandinên bi rayedarên Yewnanist û Tirkiyê re, herdu aliyan li hev kirin ku bikevin nav dan û standinan da ku li pêşberî hev dernekevin."

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Helsû Akar beriya niha ragihandibû ku Enqere li benda civîna bi Yewnanistanê re ye û gotibû, "Armanca civîna bi Yewnanistanê re çareserkirina pirsigrêkên di navbera wan de ye."

Aloziya di navbera Tirkiyê û Yewnanistanê de, piştî ku Enqere keştiya lêkolînê "Serokê Uruç" şand devera bi nakokî ya li Deryaya Spî, zêde bû. Yewnanistan gava Enqere bi "Ne qanûnî" bi nav kir.