Qetilkirina jinan li Dirbêsiyê hate şermezarkirin

Kuştina jinan û tundiya li dijî wan bi meşekê li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê hatin şermezarkirin.

Qetilkirina jinan li Dirbêsiyê hate şermezarkirin
Qetilkirina jinan li Dirbêsiyê hate şermezarkirin
Qetilkirina jinan li Dirbêsiyê hate şermezarkirin
Qetilkirina jinan li Dirbêsiyê hate şermezarkirin
Qetilkirina jinan li Dirbêsiyê hate şermezarkirin
3 îlon, 2020   17:43
HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji bo şermezarkirina kuştina jinan û tundiya li dijî wan tê meşand meşek li dar xist.

Meşa ku bi sedan kes beşdar bibûn, ji ber avahiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê dest pê kir û li kolanên sereke yên navçeyê dewam kir.

Di meşê de diruşmeyên "Qetilkirina jinan rawestînin" û "Jin jiyan e" hatin qîrkirin.

Meş li ber navenda Kongreya Star rawestiya. Bi navê Yekitiya Jinên Ciwan, Emel Mîrzo axivî û got: "Jin qurbaniya zihniyeta baviksalarî ye ya ku ser civakan hatiye ferzkirin. Qetilkirina jinan bi navê şeref û adetan maf û azadiya jinan ji dest bir."

Emel her wiha diyar kir ku qetilkirina jinan sûcekî herî hovane divê were şeremzarkirin û rawestandin. Emel bang li hemû jinan kir ku binpêkirinên li dijî jinan rawestîne

Di dawiya meşê de, diruşmeyên "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JLby4GfLAjg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>