​​​​​​​Sîxurên hikutema Sûriyê li sûcên xwe yên li herêmê mikur hatin

Şaneya sîxurên ku bi destê hikumeta Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye sazkirin û bi operasyoneke Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate jinavbirin, mebesta êrişên xwe yên li ser herêmê îtiraf kirin.   

​​​​​​​Sîxurên hikutema Sûriyê li sûcên xwe yên li herêmê mikur hatin
3 îlon, 2020   11:50
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Sûriyê siyaseteke qirêjî li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne, bi rêya sîxurên xwe yên li herêmê hewl dide pêkhateyên herêmê berî hev bide. Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelek operasyon li dar xistin û gelek şaneyên sîxurên dewleta Tirk û Sûriyê hilweşandin. Sîxurên girtî, polîtîkayên qirêjî yên dewleta Tirk û dewleta Sûriyê yek bi yek vedibêjin.     

Sîxurên hikumeta Sûriyê ku bi operasyonên dawîn yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin girtin, li xwe mikur hatin û gotin ku peywira wan a sereke ew bû ku li nav civakê aloziyê gur bikin û di navbera Kurd û Ereban de dubendiyê çêkin. Sîxurê bi navê Yasir Hîlal, sîxurê îstixbarata Sûriyê ye û berpirsyarê şaneya sîxurên Rojava ye. 

ŞANEYA SÎXURIYÊ AVA KIR

Yasir Hîlal di mikurhatina xwe de bal kişand ser planên qirêjî yên dewleta Sûriyê û wiha got: “Serê pêşîn ji min hate xwestin ez îstiqarara li Reqayê têk bidim, der barê serekeşîrên Ereb de agahiyan berhev bikim û der barê QSD’ê de gotinên bêîtibarkirinê di nav gel de belav bikim.”

Hîlal behsa beşdarbûna xwe di nav xebatên Muxaberata Sûriyê de jî kir û got: “Serê pêşîn di nav îstixbarata Sûriyê de ez bi payedarên bi navê Wete û Muqedîm Îskender re rûniştim. Wan daxwaza sîxuriyê ji min kir. Min jî qebûl kir. Wan ji min xwest ku ez ewil şaneya xwe damezirînim, paşê li Reqayê teqînan bidim kirin, der barê şêxên Ereb de agahiyan berhev bikim. Wan dê navên şêxan bidana min, min ê ew bikuştana û pê re min ê ji bo bêîtibarkirina QSD’ê di nav xelkê de propagandaya reş belav bikira.” 

LI REQAYÊ MAYIN TEQANDIN

Hîlal kiryarên xwe yên dema sîxuriyê tev îtiraf kirin û wiha got: “Serê pêşîn min şane damezirand. Min cîranê xwe Hûsam Dîn Samir Elî, ji herêma Cizîrê Îbrahîm El-Şewax Raqqa, ji Serêkaniyê İbrahîm Şewax Hec Selom, Mişlebeli Elî şêx Hemûd Rakan û Dewas Hemayê li Reqayê şofêriyê dike, min beşdarî şaneya xwe kirin.”

Hîlal diyar kir ku wan ev kesên navborî ji bo sîxuriyê hilbijartine û wiha axivî: “Serê pêşîn wêneyên Beşar Esad dane me. Min jî ew li sîxurên me yên li Reqayê belav kirin, min ji wan re got ‘van li sûrên Reqayê’ bidaliqînin. Paşê 10 mayin ji me re şandin. Min ev mayin, 2 ji wan dane Îbrahîm Şewax, 2 dane Elî Şêx Hemûd Rakan û yên dîtir bi min re man. Me ev mayin 2 li Hawî Elhewaya Reqayê, 2 jî li gundê Bîr Haşîm teqandin. Mebesta van teqînan ew bû li nava bajêr tirs û alozî peyda bibe da ku gel ji dora QSD’ê dûr bikeve.”

Yasir Hîlal li xwe mikur hat ku wî ji bo pere sîxurî kiriye û got: “Min ji bo pere sîxurî kir. Ji sala 2014’an ve ye hikumeta Sûriyê  mehmiza min nedaye min, ji bo ku dîsa mehmiza min bide min, min jî sîxurî qebûl kir.” 

GENERALÊ HIKUMETA SÛRIYÊ TEQEMENÎ DAYÊ

Îbrahîm Şewax Şelmû sala 1981’an li bajarê Serêkaniyê ji dayik bûye û yek ji endamên şaneya sîxuran e ku şane bi destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate jinavbirin. Şelmû di navbera Reqa û Serêkaniyê de ajokarî dikir. Şelmû li xwe mikur hat ku bi saya Yasir Hîlal ketiye nav tora sîxuriyê.

Şewax Şelmû wiha axivî: “Yasir Hîlal bi min re pêwendî danî, ji min re got ‘kesek heye, heke tu wî bibî herêma rejîmê em ê pere bidin te’. Kesê min bir Elî Ebû Sewax bû, ji Humisê bû. Em bi neferekî muxabarata Sûriyê re rûniştin. Em bi Yasir re çûne Selemiyê û bi generalê bi navê Aleksandir re rûniştin. Wî hinek tor û telîs dane me. Em hatin Reqayê. Di tora me de 2 telefon, 4 mayin û 2 narincok hebûn. Yasir, ev teqemenî di nav koman de belav kirin, ez û Îsmaîl jî çûne cihê wan ji  me re gotibû. Li ber benzînxaneya Ebûlêf me bombe teqandin.”  

ARMANC ŞÊXÊN EREB Û QSD NE

Sîxurê dîtir ê nav tora ajanên rejîmê ku bi destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate têkbirin, Husam Dîn Elî ye, Elî sala 1989ê li bajaroka Rebîa ya Reqayê hatiye dinê. Husam Dîn Elî jî ragihand ku ew bi rêya Yasir Hîlal ketiye nav tora sîxuriyê. 

Husam Dîn Elî wiha axivî: “Yasir Hîlal gote min ‘ji sala 2011’ê ve ye tu neketiye nav tu koman. Sicîla te paqij e, were beşdarî me bibe, bi hikumeta Sûriyê re kar bike’. Yasir Hîlal gote min, ‘rejîm dê dîsa vegere van deran û dê hukmê xwe bigerîne, hinge ji te re dê pir baştir be.’ Min jî daxwaza wî qebûl kir.”

Husam Dîn Elî behsa kiryarên şaneya sîxuriyê kir û wiha got: “Piştî demekê ji me re bombe û mayin anîn. Gote me ‘Van li bajêr biteqînin. A girîng bila dengê teqînan be. Bila alozî derkeve. Bila nearamî çêbe û çavê xelkê bajêr bitirse.’ Serê pêşîn me bombeyek di sûrên Reqayê de teqand. Paşê me bombeyek li ber dibistana Ednan El Malikî teqand. Mayina sêyan jî me li taxa Hawî Elhewayê teqand.” Husam Elî li xwe mikur hat ku mayin ji Serêkaniyê bi destê Îbrahîm Dewas û Medan Dewas ve ji wan re hatine û wiha domand: “van kesan torikek da min. Tê de mayin hebû. Gote min ‘Ebû Elî Sewax’ dê li te bigere. Îstixbarata eskerî ya Sûriyê li min geriya, got ‘tu dê vê mayinê danî bin otomobîlekê.’ Min mayin da Mahmûd Fawaz. Wî mayin danî bin otomobîla Serekê Eşîra Hîwewat Şêx Mehmûd Mihemed Ebdulah. Wê hinge birayê Şêxî di pencereyê re em dîtin û li asayîşa giliyê me kir. Hêzên asayîşê hatin mayin têk bir.”    

GAVA MAYIN DIÇAND HATE GIRTIN

Sîxurê dîtir ê hikumeta Sûriyê Ramî Qehtraniyê di sala 1989ê de hatiye dinê. Ramî Qehtaniyê dibêje ew rêya hevalê xwe Husam Salîm ketiye nav tora sîxuriyê. Husam Qehtaniyê wiha got: “Ebû Elî Şewax ji saloxdariya eskerî ya Sûriyê bû. Min ew nas kir, wî gote min, ‘mayinam deyne bin erebeya Omer Mehmûd ê serekê qebîlên Ereb’. Min mayin danî lê ez deşîfre bûm û hatim girtin.”    

 ‘ARMANCA ME TÊKDANA ARAMIYÊ BÛ’

Ramadan Mihemed Reşîd, bi navê Remedan Dewas tê naskirin û yek ji endamên şaneya sîxuriya hikumeta Sûriyê ye li Reqayê. Remedan Dewas aşkere kir ku dema di navbera Hama-Reqayê ajokarî dikir, Yasir Hîlal ew xistiye nav tora sîxuriyê û wiha got: “Yasir Hîlal bi min re axivî, gote min, ‘karê te çawa ye?’ min gotê, ‘giran e.’ Ji min xwest ku ez bombe ve mayinan ji Ebû Elî Sewax ê endamê Muxabarata Leşkerî wergirim. Min 3 caran mayin û bombe anîn. Barê min her carê 10 mayin û 4 bombe bûn. Paşê me hinek main di sûrên Reqayê de teqandin, yek jî me di dibistaneke vala de teqand. Armanc ew bû di nava bajêr re tirs belav bibe, aramî nemîne û şêniyên bajêr bikevin telaşê.” 

Yek ji ajanên ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate jinavbirin jî, Elî Elwerdî yê ji Minbicê ye, Elwerdî di sala 1985’an de ji dayik bûye. Elî Elwerdî serpêhatiya xwe ya ajankirinê wiha dibêje: “Abdula Haşim hevalê min bû, ew leşkerê hikumeta Sûriyê ye. Li Minbicê xebatên sîxuriyê dikirin. Ji min re got, tu jî were gel me, em ê pere bidin te.’ Min jî qebûl kir.” 

‘HEWL DIDAN NAVENDA BAJÊR BIKIN GOLA XWÎNÊ’

Elî Elwerdî li xwe mikur hat ku di xebata sîxuriyê de wî bi fermana hikumeta Sûriyê hewl daye dijî QSD’ê maînan deynin û wiha axaftina xwe domand: “Piştî demekê ji min re pisqêleteke maînrêjkirî amade kir. Ez çûm, min ew duçerxa maînrêjkirî ji qada hêzên rejîmê hilda. Wan ez di asayîşa xwe re derbas kirim. Paşê ez di ser rêyên qaçax re ketim Minbicê. Wan gote min, ‘heke tu li deverên hêzên QSD’ê biteqînê em ê 1 milyon lîreyê Sûriyê bidine te.’ Min çend caran pisqêleta bomberêjkirî bir lê min neteqand. Paşê wan gote min ‘li ber nexweşxaneya Berkelê biteqîne.’ Nebû. Paşê wan gote min bibe ‘kuçeya hamburgerê’. Min jî bi Yasir Hesen Osman û Macid Husên Ehmed re bombe teqand. Macid bombe teqand, Yasir jî girt qeydê. Piştî teqînê xelatê me jî 50 hezar pereyê Sûriyê bû. Wan em xapandin.”   

Macid Husên Ehmedê sala 1997ê li Minbicê hatiye dinê di grûba Elî Elwerdî de bû. Macid Husên Ehmed wiha axivî: “Elî Elwerdî daxwaza sîxurîyê ji min re anî, min jî qebûl kir. Paşê Elî Elwerdî motora bomberêjkirî ji min re anî, me li ber Nexweşxaneya Emel teqand. Komanda bi min re bû, min teqand.”

 ‘AN TU YÊ BIBÎ SÎXUR AN EM Ê DEST BIAVÊJIN XWIŞKA TE’

Ajanê dîtir ê di teqîna li ber Nexweşxaneya Emel de beşdarî kirî, Yasir Husên Osmanê Minbicî ye. Sala jidaybûna wî 1986 e. Yasir Hisên Osman wiha got: “Ebû Ebdulla Haşim li min geriya. Ji min re got ‘Elî Elwerdî motoreke bomberêj aniye tu dê alîkariyê jê re bikî.’ Vî kesî xwe wek endamê muxabaratê da naskirin. Min ev daxwaza wan qebûl nekir. Wan gote min, ‘bi dare zorê be jî tu yê bikî.’ Wan gote min, ‘em dizanin xwişka te wa li Helebê ye. Roja dîtir wan fotografên xwişka min ji min re şandin û gote min, ‘heke tu daxwaza me neynî cih em ê destdirêjî xwişka te bikin.’ Min jî bi mecbûrî daxwaza wan qebûl kir. Û paşê ez çûme nik Elî Elwerdî. Me hewl da li çend cihan wê maînê biteqînin lê nebû. Herî dawî li ber Nexweşxaneya Emel mayin ji aliyê Macid ve hate teqandin. Vê derê nexweşxaneyeke sivîlan e û 13 kes di teqînê de birîndar bûn. Bi qasî dizanim 2 ji wan endamên Asayîşê bûn, yên din sîvîl bûn.”

od

ANHA

http://parezvan.tv/v/1416990353/S%C3%AEmsar%C3%AAn-Xw%C3%AEn%C3%AA