Desteya Aborî û Çandiniyê nirx û dema belavkirina tovê genim eşkere kirin

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser di çarçoveya plansaziya mewsima çandiniyê ya 2020-2021`an de buhayê kîloya tovê genim ji bo cotkaran wek 360 lîreyên Sûriyê diyar kir.

Desteya Aborî û Çandiniyê nirx û dema belavkirina tovê genim eşkere kirin
3 îlon, 2020   11:47
REQA

Li gorî biryarnameyê, dê xebatên belavkirinê ji 10`ê vê mehê ve dest pê bikin û xebatên radestkirina tovan ji cotkaran re dê li gorî rêxistina çandiniyê ya ku gerînendeyên çandiniyê yên her herêmekê diyar kiriye, pêk were.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Silêman Barodo got piştî çend civînan bi Gerînendetiya Çandiniyê û Şîrketa Pêşxistina civaka Çandiniyê re, ev buha hate diyarkirin.

Desteya Aborî û Çandiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di mewsima çandiniyê ya îsal de, buhaya frotina tovaên genimê bêjinkirî û dezenfektekirî bi 350 lîreyên Sûriyê ji bo her kîloyekê re diyar kir.

Biryar ji bo erdên bejî û avî ye û têkildarî miqdarê belavkirinê Silêman Barodo destnîşan kir ku dê pereyên kirîna genim yekser ji cotkaran bistînin û dê parên her cotkarekî bi rêya biryarnameyekê ji hêla gerînendeyên çandiniyê ve di demeke bê de, bên diyarkirin.

Cotkarên peyman bi Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê re îmze kirine dê genim bi deyn bigirin.

eh

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_jQRVmG6pNs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>