​​​​​​​Qedrî Cemîl: Em plan dikin hevkariya bi MSD`ê re zêde bikin

Sekreterê Partiya Vîna Gel Qedrî Cemîl piştrast kir ku muzakereya bi MSD`ê re di jiyana siyasî ya Sûriyê de guhartineke girîng e û da zanîn ku ew bi plan dikin hevkariya bi MSD`ê re zêde bikin.

​​​​​​​Qedrî Cemîl: Em plan dikin hevkariya bi MSD`ê re zêde bikin
3 îlon, 2020   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN-KÎFARA ŞÊX NÛR

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Vîna Gel têkildarî aloziya Sûriyê gihaştin muzakereyekê.

Têkildarî mijarê sekreterê Partiya Vîna Gel Qedrî Cemîl got: "Piştî diyalogên yekser ku bêyî navbeynkaran li dar ket û demeke dirêj dewam kir, em gihaştin muzakereyekê. Der barê hin xalan de dan û standin zehmet bû, lê belê em gihaştin lihevkirinan."

Qedrî Cemîl diyar kir ku di nava jiyana siyasî ya Sûriye de ev nimûneyeke nû ye, hêzên li Sûriyê dikarin bi rêya diyalogê û bêyî ku dev ji baweriyên xwe û rêgezên xwe berdin, bigihêjin lihevkirinan.

Qedrî Cemîl destnîşan kir ku armanca sereke ya muzakereyê ew e ku piştgiriya çareseriya siyasî ya li ser bingeha biryara 2254’an e û wiha dewam kir: "Armanca xwe ya din ya sereke jî ku temamkirina nûnerên siyasî yên li Sûriyê da ku beşdarî xebatên çareseriyê bibin, ji ber ku ev yek pir girîng e û garantiya çareseriyeke domdar e."

Qedrî Cemîl di nava axaftina xwe de ev yek bi bîr xist: "Naveroka muzakereyê ji du fikran pêk tê; a yekê, em dikarin bi nav bikin ku nêrînên hevbeş ên têkildarî rêgeza destûra Sûriyê ya nû anku nêrînên hevbeş ên xalên sereke di diyarkirina şeklê Sûriyê ya nû de. A duyemîn jî, ji bawerî û xebatên hevbeş ên çawaniya gihandina çareseriya siyasî û girîngiya tevlêbûna tevahiya hêzan e, di nav de MSD jî."

Cemîl wiha axaftina xwe dewam kir: "Pêkanîna van her du xalan 2 aliyên wê jî hene; aliyê giştî yê destûrî ku divê bi tevahiya hêzên siyasî yên Sûriye û gelê Sûriyê der barê wê de li hev bikin û lihevkirin jî li ser esasê çareseriyeke siyasî ya hevbeş e, aliyekî pratîk jî girêdayî garantiya nûnertiya hêzên cuda di nava çareseriyê de û ev mijara karê hevbeş ê dema pêş di navbera me û MSD`ê de ye û di hefteyên pêş de dê ev yek pêk werin."

ꞌGUHARTINEKE CUDA Û EM PLANA HEVKARIYEKE ZÊDE DIKIN'

Qedrî Cemîl destnîşan kir ku ev muzakere guhartineke cihêwaz e di xebata siyasî de û sedema vê yekê jî vegerandin du xalên sereke; a yekê, wê rewşa paşguhkirinê ku çareserî pêk nedianî bi dawî bike û ya duyemîn nimûneyeke pratîk e ku hêzên sûrî dikarin bêyî navbeynkaran û bi rêya diyalogê bigihêjin lihevkirinan."

Têkildarî  plana kar û xebata di navbera Partiya Vîna Gel û MSD`ê de Qedrî Cemîl got: " Em plana nêzîkbûn û hîn zêdetir dan û standinan dikin, nexasim ji bo çareseriya siyasî ku divê MSD jî beşdarî wê bibe."

Têkildarî binketina civînên Cinevê Cemîl got: “Sedema sereke bi kontrolkirina tundrawan ji her du aliyan ve ye. Ruxmî ku çareserî di qonaxên cuda de bi rêya mudaxeleyên derve bi taybet yên rojavayî hate astengkirin. Lê heke rêveberiyeke siyasî û nîştimanî hebûya ev çareserî ji gelek salan ve pêkan bû.”

Cemîl wiha domand: “Niha tundraw ji her demê bêtir zeîf bûne. Lê belê ji ber ku hêzên xirabker ên navneteweyî û hêzên çêkirina çiravan ên navneteweyî di radeya yekemîn de, ez behsa DYA`yê dikim, gelek zeîf bûne û niha di qonaxa vekişîna giştî ji herêmê de ne. Lewra deriyên çareseriyê dê di qonaxa bê de vebin.”

Sekreterê Partiya Vîna Gel nêrîna xwe girêdayî navendîbûn û nenavendîbûnê jî wiha vegot: “Ji bilî diyalog û lihevkirina hêzên Sûriyê yên cuda bi tevlêbûna pisporan û gelemperiya gelê Sûriyê di nirxandina vê mijarê de, mirov nikare bigihêje formeke temamkirî û têkiliya di navbera navendîbûn û nenavendîbûnê de ku ji rewşa Sûriyê re guncaw e.”

Qedrî wiha domand: “Ya girîng di muzakereya ku em gihiştinê de, pêwîstî bi formekê ji her du mijarên navendî û nenavendîbûnê heye. Nevandiya hişk a ku di serdemên borî de hatiye meşandin, bû sedema belavbûna fesadiyê û rê li pêşiya geşepêdanê girt. Nenavendîbûna zêde jî, li gorî rewşa welêt a heyî, rê li pêşiya berbelavbûn û parçebûnê vedike. Tişta ku em bi hewcedariya wê ne, navendîbûneke xurt di karên bingehîn de ku yekitiya welêt diparêze. Lê di heman demê de nenavendîbûn, derfetên çavdêrkirina saziyên dewletê û muhasebekirina wan peyda dike û rê li pêşiya şêniyan vedike ku bi awayekî yekser tev li xebatên geşepêdanê bibin û bi awayekî adil berhemên wê berhev bikin.”

Sekreterê Partiya Vîna Gel Qedrî Cemîl di dawiyê de got: “Aloziya Sûriyê bi rêya pêkanîna biryara 2254’an ber bi çareseriyê ve diçe. Heta bigihêje peydakirina derfetan ku gelê Sûriyê çarenûsa xwe bi xwe diyar bike.”

şx-eh

ANHA