Dagirkeriya Tirk gefan li jiyana şêniyên Hesekê dixwe

Dewleta Tirk a dagirker pîvan û rêgezên navneteweyî binpê dike û çavkaniyên ava vexwarinê wek amûreke şantajê ji bo pêkanîna siyasetên xwe yên dagirkeriyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê wê, bi kar tîne. Rêveberiya Xweser û şêniyên herêmê li hemberî van planên dagirkeriyê hevgirtî ne.

Dagirkeriya Tirk gefan li jiyana şêniyên Hesekê dixwe
1 îlon, 2020   08:50
HESEKÊ- BADIL REŞÎD- HENAR ÎBRAHÎM

Ji destpêka dagirkirina bajarê Serêkaniyê û destdanîna ser stasyona avê (Elok) a li rojhilatê bajêr ve, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê av ji ser şêniyên Hesekê û gundewarên wê qut kiriye û hemû qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê kiriye. Qutkirina avê bi armanca têkbirina vîna gel û projeya demokratîk pêk tê.

Stasyona Elok a avê ku di bin serweriya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye li rojhilatê bajarê Serêkaniyê dikeve û avê dide zêdetirî milyon nîvek şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê û hejmareke mezin a koçberên li kampên Holê, Erîşe û Waşûkanî.

Ji destpêka dagirkirina bajarê Serêkaniyê di dawiya 2019`an de artêşa Tirk bi zanabûn 8 caran ava stasyonê qut kir. Vê yekê azareke mezin çêkir, nexasim li gel belavbûna vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku heta niha bi sedan şêniyên herêmê pê ketine.

Tevî ku doza qutkirina ava stasyona Elok ji ser şêniyan bû dozeke navneteweyî jî, lê belê dewleta Tirk a dagirker qutkirina avê berdewam kir û hemû pîvan û rêgezên navneteweyî bin pê kir.

RÊVEBERIYA XWESER KEDEKE MEZIN DA Û ALTERNATÎF PEYDA KIR

Rêveberiya Xweser li bendê nema ku Tirkiyê pîvanên navneteweyî pêk bîne yan jî dewletên derve destwerdanê bikin, lê bi aliyên têkildar ên di rêveberiyê de koordîne kir da ku alternatîfan bibîne û avê ji şêniyan re peyda bike.

Li ser wê yekê, rêveberiyê dest bi projeya stasyona ava El-Hime (11 km rojavayê bajarê Hesekê) kir. Di çarçoveya projeyê de 50 bîrên avê hatin kolandin û aktîvkirin û ji wan bîran av ji taxên bajarên Hesekê û gundewarên wê re hat dirêjkirin.

Bi xebitandina stasyonê di 24`ê Tebaxê de, di saetê de 500 metrekabik ava vexwarinê gihîşt taxên bajarê Hesekê.

ÎNSYATÎFÊN NAVXWEYÎ JI BO PEYDAKIRINA AVA VEXWARINÊ

Ji bo kêmkirina azarên şêniyan li gel van mercên zehmet ku herêm tê re derbas dibe, gelek însyatîfên navxweyî li herêmê dest pê kirin. Ji wan, însyatîfên hêzên leşkerî, însyatîfa partiyên siyasî û ciwanên serbixwe yên navçeya Dirbêsiyê û însyatîfa şêx û serokeşîrên Ereb.

Piştî qutkirina avê ji ser bajarê Hesekê û gundewarên wê, şênî neçar man ku avê ji xwediyên sahrîcan bikirin. Ji ber xwesteka zêde ya li ser avê, nirxê firotina avê jî biha bû û barê şêniyan girantir bû.

Bi armanca peydakirina avê ji şêniyan re, Hêzên Sûriya Demokratîk sahrîcên xwe kirin xizmeta gel da ku avê bigihînin şêniyên taxên bajêr û gundewarên Hesekê. Hemû sahrîcên girêdayî QSD`ê ketin xizmeta Şaredariya Gel da ku pêşî li aloziya avê bigire.

Partiya Yekitiya Demokratîk bi koordîneya bi ciwanên serbixwe yên navçeya Dirbêsiyê re di 27`ê Tebaxê de însyatîfek dest pê kir. Bi wê yekê, 60 sahrîcên avê hatin peydakirin û avê li beşekî mezin ji şêniyan hat belavkirin. Her wiha şêx û êlên eşîreya Şemer a bajêr di 28`ê Tebaxê de sahrîcên avê heta 3 rojan li şêniyan belav kirin.

Hevseroka Gerînendetiya Avê ya kantona Hesekê Sozdar Ehmed bi rêya telefonê ji ANHA`yê re daxuyand ku ava ku niha ji stasyona Elûkê derdikeve pir kêm e û têra dirêjkirina ji bo taxan nake. Ji lewra dê bîrên El-Hime jî bên xebitandin.

Sozdar destnîşan kir ku li gorî plana hatiye diyarkirin dê dirêjkirina avê berdewam bikin. Piştî tijîkirina xezanê sereke û xebitandina 49 bîrên stasyona El-Hime, dê rojane av li ser beşekî diyar bê belavkirin û dê her beşek avê heta 4 an 5 rojan bistîne.

(cx)

ANHA