SOHR: Di topbarana Îsraîlê de 10 endamên hêzên hikumeta Sûriyê û Îranê hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama topbarana Îsraîlê de ya duh li dijî hinek nuqteyên leşkerî, 10 endamên hêzên hikumeta Sûriyê û hêzên girêdayî Îranê hatine kuştin. Çapemeniya fermî jî behsa kuştina 2 leşkeran û birîndarbûna 7 leşkerên din kir.

SOHR: Di topbarana Îsraîlê de 10 endamên hêzên hikumeta Sûriyê û Îranê hatin kuştin
1 îlon, 2020   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR`ê da zanîn ku ji ber topbarana Îsraîlê ya duh li dijî axa Sûriyê hejmara kuştiyan gihaşt 10`an, di nav de 3 endamên hêzên hikumeta Sûriyê ne, jê esferek hêzên parastina asmanî û 7 endamên hêzên alîgirên Îran û Hizbullahê û jinekê jiyana xwe ji dest da.

Ajansa SANA ya girêdayî hikumeta Sûriyê got: “Di encama êrişa Îsraîlê de 2 leşker şehîd bûne, 7 leşkerên din birîndar bûne û ziyanên madî çêbûne.”

Îsraîlê duh bi şev êrişî hinek nuqteyên li gundewarên Şam û Deraayê kiribû. Hêzên hikumeta Sûriyê ragihand ku pergala parastinê ya asmanî ew êriş şikandin.

(şx)