​​​​​​​Çapxaneya Şehîd Herekol materyalên dibistanên amedeyî çap kirin  

Çapxaneya Şehîd Herekol armanca xwe pêk anî û materyalên sala xwendinê ya nû ji tevahiya astan re çap kirin. Bi taybet asta amadehî ya ku tê payîn bi her du beşên xwe bi du zimanên kurdî û erebî were fêrkirin.

​​​​​​​Çapxaneya Şehîd Herekol materyalên dibistanên amedeyî çap kirin  
​​​​​​​Çapxaneya Şehîd Herekol materyalên dibistanên amedeyî çap kirin  
​​​​​​​Çapxaneya Şehîd Herekol materyalên dibistanên amedeyî çap kirin  
​​​​​​​Çapxaneya Şehîd Herekol materyalên dibistanên amedeyî çap kirin  
​​​​​​​Çapxaneya Şehîd Herekol materyalên dibistanên amedeyî çap kirin  
​​​​​​​Çapxaneya Şehîd Herekol materyalên dibistanên amedeyî çap kirin  
​​​​​​​Çapxaneya Şehîd Herekol materyalên dibistanên amedeyî çap kirin  
​​​​​​​Çapxaneya Şehîd Herekol materyalên dibistanên amedeyî çap kirin  
1 îlon, 2020   08:08
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Çapxaneya Şehîd Herekol ji destpêka meha Hezîranê ve dest bi çapkirinê kiribû. Çapxaneyê ji ber belavbûna vîrusa Koronayê du mehan navber dabû karê xwe. Berpirsên çapxaneyê xebatên xwe zêde kirin da ku materyalên asta amadehî ya sala nû bi du zimanên erebî û kurdî amade bike.

Çapxaneyê ruxmî ku derdora du mehane rawestî lê armanca xwe pêk anî û materyala asta amadehî bi her du beşên wê yên zanistî û wêjeyî çap kir.

Çapxaneyê di demeke kurt de materyala asta amadehî çapkir û hejmara kopiyên ku hatine çapkirin gihaşt 250 hezar pirtûkên û radestî Desteya Perwerdeyê kirin.

Gerînendeyê çapxaneyê Elaa Tacidîn got: “Çapxane pêvajoyek gelek dijwar derbas kir. Ruxmî ku ev demeke ji ber belavbûna vîrusa Koronayê rawestiye. Me tevahiya tedbîrên xweparastinê girtin da ku karmen û karkeran biparêzin.”

Tacedîn diyar kir ku Şaredariya Gel a Dêrikê çapxane ji hundir û derve ve dezenfekte kir. Piştre çapxaneyê dest bi kar kir, niha rojane di dirêjahiya 24 saetan de dixebite da ku materyalên sala xwendinê ya nû amade bike.

Tacedîn destnîşan kir ku tê payîn xebata çapkirinê di dema wê ya diyar de bi dawî bibe. Li rex wê jî çapxane pirtûkên ku tev li Pêşangeha Şehîd Herekol bûne û gelek pirtûkên hunerî û civakî çap dike.

Berpirsa çapxaneyê Yesmîn Umer girêdayî mijarê got: “Ruxmî ku çapxane du mehan hatibû rawestandin, lê armanc xwe pêk anî û materyala sala xwendinê ya nû çap bû. Di vê salê de me materyalên dibistanan çap kirin, bi taybet materyala asta amadehî ya ku dê bi temamî bi kurdî were fêrkirin.”

Berpirs û karekerên çapxaneyê tedbîrên xweparastinê yên ku Rêveberiya Xweser ji ber belavbûna vîrusa Koronayê girtine, pêk tînin.

Çapxaneya Şehîd Herekol cara yekê di 20`ê Tîrmeha 2017`an de hate xebitandin û yek ji destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0XyHxJvM1NA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>