Koalîsyona Erebî dronek hûsiyan rûxand

Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî li dijî hûsiyên li Yemenê ragihand, droneke bombekirî ku hêzên Hûsî ber bi Erebistana Siûdî ve avêtin, hate rûxandin.

Koalîsyona Erebî dronek hûsiyan rûxand
30 tebax, 2020   16:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê Hêzên Koalsîyona Erebî mîralayî Tirkî El-Malikî diyar kir ku koalîsyonê droneke bombebarkirî ku komên hûsiyan bi awayekî plankirî û bi zanebûn ji bo hedefkirina sivîlên li herêmên başûr avêtin, rûxandin.

Fermandariya hêzên hevbeş a koalîsyonê, roja înê jî ragihandibû ku droneke bomebebarî ber bi qiraltiyê ve hate avêtin, asteng kir û rûxand.

El-Malikî daxuyand ku hêzên koalisyanê êvara pêncşemê êrişek mûşakek balistik ku komêm hûsiyan ji bo hedefkirina sivîlên li bajarê Nejranê pêk anîbûn, asteng kirin û mûşek rûxandin .

)sm