Xwendekar û mamosteyan berxwedana Heftenînê silav kir

Li gundê Banis ê kantona Şehbayê bi dehan xwendekar û mamoste daketin qadan û berxwedana Heftenînê silav kir.

Xwendekar û mamosteyan berxwedana Heftenînê silav kir
Xwendekar û mamosteyan berxwedana Heftenînê silav kir
Xwendekar û mamosteyan berxwedana Heftenînê silav kir
Xwendekar û mamosteyan berxwedana Heftenînê silav kir
30 tebax, 2020   16:30
ŞEHBA

Bi dehan mamoste û xwendekarên herêma Efrînê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û piştgiriya xwe bi berxwedana Heftenînê re nîşan dan.

Meş li kolanên gundên Babnisê geriya. Di meşê de wêneyên şehîdan, pankartên "Bijî berxwedana Heftenînê, bi berxwedana gelê şoreşger û lehengiya gerîla em ê dagirkerî û îxanetê têk bibin" hatin vekirin. Her wiha bê navber diruşemyê silavkirina berxwedana Heftenînê û şermezarkirina dagirkeriyê hatin qîrkirin.

Li qada gund meş rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Bi navê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KCP-D) ya kantona Efrînê Nûrî Mele Nasan, berxwedana gerîla silav kir û ev tişt got: "Bila artêşa Tirk a dagirker dîrokê bixwîne, nas bike ku HPG'ê naşkê. Her çendî êrişê wê dike derbên giran dixwe. Dîrok îro xwe dûbare dike. Berxwedana HPG'ê wê bi serkeve."

Mele Nesan diyar kir ku şêniyên Efrînê piştgiriya berxwedana Heftenînê dikin û di wê baweriyê de ne ku berxwedana li dijî êrişên dagirkeriyê wê bi serkeve.

Di dawiya çalakiyê de diruşmeyên silavkirina berxwedana Heftenînê û şermezarkirina dewleta Tirk a dagireker bi dawî bû.

ANHA