Ebûd Mesxo: Kurdên ku bi Tirkiyê re hevkarin dê berdêlên giran bidin

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran ê herêma Cizîrê Ebûd Mexso got: “Êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê partiyekê tenê nake hedef. Tevahî gelê Kurd dike hedef. Kurdên bi Tirkiyê re hevkar in wê berdêlên giran bidin.”

Ebûd Mesxo: Kurdên ku bi Tirkiyê re hevkarin dê berdêlên giran bidin
30 tebax, 2020   05:20
QAMIŞLO – BOTAN HISÊN

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ebûd Mexso diyar kir ku êrişên dewleta Tirk  a dagirker ên li ser herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Heftenînê ne tenê li ser partiyekê, li ser hebûna tevahî Kurdan e.

Mexso destnîşan kir ku dewleta Tirk roj bi roj qels dibe û bi êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê bide hewl dide ji gelê Tirk û cîhanê re bide xuyakirin ku dikare îradeya Kurdan bişkîne.

Ebûd Mexso diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe nikare îradeya şervanên ku li çiyayên Kurdistanê bişkîne û wiha domand: "Tirkiye bi vê zihniyetê xwe dihejîne. Dewleta Tirk ne tenê li dijî heftenînê şer dike, armanc tunekirina têkoşîna li herçar parçeyên Kurdistanê ye.”

Mexso di berdewama axaftina xwe de got: “Ya herî guncaw ji bo dewleta Tirk a dagirker ew e ku xwe ji zihniyeta xwe ya xwînmij xilas bike û dest bi diyalogan bike. Bi diyalog dê aştî, demokrasî û biratiya gelan pêk werin.”

Mexso bal kişand ser girîngiya pêkanîna yekitiya Kurdan û wiha axivî: “Heke Kurd yek bûna, dewleta Tirk nedikarî êrişî Heftenînê bike."

'KURDÊN BI TIRKIYÊ RE HEVKAR IN WÊ BERDÊLÊN GIRAN BIDIN'

Mexso, şoreşa Mustefa Mele Barzanî bi bîr xist û got: “Di wê demê de eşîreyek bi navê "Cehşik" hebû (Kurdên ku li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê destek didan dijmin), wekî ajanên hikumeta Sedam Hisên kar dikirin. Dîrok li Başûrê Kurdistanê careke din xwe dûbare dike. Hin alî hene bi navê Qorçiyê wekî ajanên Tirkan kar dikin. Heger ev xeta xwe rast nekin wê berdêlên giran bidin.”

Ebûd Mesxo bi navê Yekitiya Rewşenbîran, bang li Kurdan, partiyên siyasî kir ku li hemberî planên Tirkiyê yekitiya xwe ava bikin û got: "Parastina hebûna kurdiyatî erka her kurdekî ye. Ev erka bi taybet dikeve ser milê partiyên siyasî."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fDCUz1aoevQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>