‘Aştî û ewlehî bêyî demokrasiyê ne pêkan in’

Koordînasyona Kongreya Star diyar kir ku bêyî demokrasiyê tevahî pêkhate û gel ne pêkan e ku bi hev re bijîn, her wiha destnîşan kir ku tevî rewşên dijwar ên şer li herêmê pêk hatine, lê belê karî zemîneke siyasî ya xurt û nexşeyeke aştî û azadiyê bi xweparastina fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan de ava bikira.      

 ‘Aştî û ewlehî bêyî demokrasiyê ne pêkan in’
30 tebax, 2020   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi rasthatina Roja Aştiyê re ku dikeve 1’ê Îlonê, Koordînasyona Kongreya Star a Rojava daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

“Niha cîhan azaran ji ber şerên zêde ku tê de bûne, dikişîne ku bi wan re mafên mirovan hatin binpêkirin. Aştî avek e ku agirê şeran vedimirîne. Aştî hêmana sereke ya jiyanê ye. Lê aştî tenê li ser asta siyasî pêk nayê, lê belê li ser asta aştiya hundirîn e jî.

Divê di hundirê mirov de aştiya derûnî û rih hebe. Lê belê ev ne tenê peyvek e, lê divê bi pratîkî di asta lêborîn û jiyana bi hezkirinê de pêk bê.

Bêyî hebûna demokrasiyê tevahî pêkhate û gel ne pêkan e ku bi hev re bijîn. Her wiha aştî û demokrasî bi hev re hevbeşî û hevgirtinekê çêdikin û bi wê re jî ewlehî û xêr çêdibe.

Li ser kesekî rola jinan li herêmên me ku civak bi xwezabûna xwe ya bangewaziya aştî û demokrasiyê bi rê ve biriye, ne veşartî ye. Ji ber zîhniyeta ku şeran ava dike û nakokiyê dike nava bawerî û gelan li cîhanê zîhniyeta mêrdestiyê ye, wê demê ji jinan hat xwestin ku bi tevahî erkên xwe yên avakirina civakî li ser hîmê aştî û demokrasiyê rabe ku bigihîne Sûriyeke tê de têgehên aştî û demokrasiyê hebe."

(fr)

ANHA