Tora sêyemîn a civînên Komîteya Destûrî bê encam bi dawî bû

Tora sêyemîn a civînên Komîteya Destûrî ku li Cinêvê 3 rojan dewam kir, bê encam bi dawî bû.

Tora sêyemîn a civînên Komîteya Destûrî bê encam bi dawî bû
29 tebax, 2020   17:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî RT ku agahiyên xwe spartine çavkaniyekî beşdarî civînê ragihand "Heta ku atmosfera erênî pêşkeftî nebe, heya niha ti pêşveçûnek berbiçav nehatiye tomar kirin.". Çavkanî diyar kir ku dema tora bê nehate diyarkirin.

Tora sêyemîn a civînên komîteya destûrî roja Duşema borî dest pê kir. Ji ber 4 kesên beşdar bi vîrusa koronayê ketibû, civîn hatin taloqkirin.

Herdu torên pêşîn bêyî tu pêşketinan pêk bîne, bi dawî bûn.