Şêniyên Efrînê bi meşekê berxwedana Heftenînê silav kir

Bi dehan şêniyên kantona Efrînê bi meşekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û berxwedana Heftenînê silav kirin.

Şêniyên Efrînê bi meşekê berxwedana Heftenînê silav kir
Şêniyên Efrînê bi meşekê berxwedana Heftenînê silav kir
Şêniyên Efrînê bi meşekê berxwedana Heftenînê silav kir
Şêniyên Efrînê bi meşekê berxwedana Heftenînê silav kir
Şêniyên Efrînê bi meşekê berxwedana Heftenînê silav kir
29 tebax, 2020   17:24
ŞEHBA

Çalakiyên xelkên Efrînê yên ji bo piştgiriya berxwedana Heftenînê û şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirekr didomînin.

Bi pêşengtiya Meclisa Navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê, bi sedan şêniyên Efrînê ji pêşiya navenda meclisa navçeyê dest bi meşê kirin.

Şêniyên pankartên "Bimire îxanet, bijî berxwedana Heftenînê" vekiribûn û diruşmeyên şeremzarkirina êrişên dagirkeran û silavkirina berxwedana Heftenînê berz kirin.

Meş li kolnên navçeyê dewam kir û li deriyê têketina navçeyê veguherî mîtîngê.

Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Endamê Meclisa Navçeya Ehdasê Heyder Reşîd got, berxwedana şêniyên li Şehbayê beşek ji berxwedana Heftenînê ye "Li gelemperiya xaka Kurdistanê berxwedan heye. Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê ji bo rizgarkirina xaka xwe li ber xwe didin. Ev beşek ji berxwedana Heftenînê ye ya ku HPG'ê raber dike."

Endama Rêveber a Kongreya Star ya navçeya Ehdasê Hesna Hesen armancên êrişên li ser xaka Kurdsitanê diyar kir "Dagirker ne tenê êrişî Heftenînê dike, em dibînin ku gelek êriş û bi rêbazên cuda di nav de şerê taybet li dijî me hene. Lê bi baldarî û têgihiştina me ji planên dijmin re û bi rêya perwerdeyan me plan vala derxistin."

Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Heftenînê bi dawî bû.

ANHA