​​​​​​​Kesayeta welatparêz Hacî Seyfedîn wefat kir

Kesayeta welatparêz, Hacî Seyfedîn ê ji gundê Til Xenzîr ê Dêrikê di temenê xwe yê 85 salî de wefat kir.

​​​​​​​Kesayeta welatparêz Hacî Seyfedîn wefat kir
29 tebax, 2020   16:56
QAMIŞLO

Hacî Seyfedîn, bi helwestên xwe yên niştimanî, netewî û girêdana bi fikir û felsefeya Tevgera Rizgariya Kurdistanê û neteweya demokratîk, li herêmê dihat nasîn. 3 zarokên wî di nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de şehîd bûne.

Hacî Seyfedîn sala 1935'an, li gundê Til Xenzîr ê herêma Dêrikê hatiye dinê û di sala 1984'an de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kiriye.

Kurê wî Ceger, sala 1984'an tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe û di 4'ê Kanûna 1990'an de şehîd dibe.

Piştî şehadeta Ceger, keça wî Heder û neviya wî Hêvî diçin Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê û di sala 1990'î de tev li refên tevgerê dibin.

Heder sala 1995'an û Hêvî sala 1996'an şehîd dibin.

Hacî Seyfedîn gelek caran li Akademiya Mahsûm Korkmaz hevditînê bi Rêber Abdullah Ocalan re çêdike.

Kesayeta welatparêz Hacî Seyfedîn, di nava Meclisa Malbatên Şehîdan û Komîteya Lihevanînê kar dikir, heta dawiyê karê xwe bi rêk û pêk bi cih anî.

Hacî Seyfedên, duh (28'ê Tebaxê) li nexweşxaneya Wetanî ya Dêrikê wefat kir.

ANHA