Jinên Şedadê: Divê herkes ji şerê taybet hişyar be

Endamên Kongreya Star ên navçeya Şedadê hişyarî dan û gotin: “Divê jin û ciwan ji şerê taybet  ê ku dewletên sermayedar ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li herêmê pêk bînin, didin meşandan hişyar bin. Divê li hemberî vî şerî hevgirtina xwe çêbikin.”

Jinên Şedadê: Divê herkes ji şerê taybet hişyar be
29 tebax, 2020   03:36
HESEKÊ-BASIL DEXÎL

Dewletên mêtînger ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe dixwazin fitnê bixin nava pêkhateyên herêmê, vê jî bi şerê taybet dikin. Hewl didin ciwanan bixin bin bandora xwe. Dewletên sermayedar bi rêya tevnên civakî û bi rêya şaneyên taybet ên ji bo van dewletan xizmetê dikin madeyên hişbir belav dikin.

Têkildarî vê diyardeyê Kongreya Star a li navçeya Şedadê semîneran dide, şênî û endamên saziyan ji şerê taybet hişyar dikin.

Di derbarê vê mijarê de endama Kongreya Star a Şedadê Reşa Xilêf got: “Şerê çekdarî û şerê sar dema QSD`ê li dijî DAIŞ`ê û rêxistinên çekdar bi ser ket, eşkere bû. Êdî ji wê demê û şûn ve dewletên piştgiriya van rêxistinan dikin ciwan û jin ji xwe re hedef girtin û bi rêya ajandeyên xwe re xwestin madeyên  hişbir bifiroşin ciwanan.”

Reşa diyar kir ku dewletên sermeyadar ên wekî Tirkiye û Rûsya û hin dewletên din ji vî şerê tê meşandin sûdê digirin û wiha pêde çû: “Ji ber ziyanên ji ber şerê taybet ne kêmî zirarên şerê çekdarî ye, bi rêya torên medya civakî fitneyan derdixînin û bi rêya agahiyên bê bingeh propogandayan dikin.”

Reşa Xilêf ev yek li axaftina xwe zêde kir: "Divê ciwanên me li hemberî van şeran bisekinin, her wiha li hemberî projeyên hewldana derxistina fitneyan û parçekirina civakên dikin jî li ber xwe bidin. Ji ber ji beriya hezarên salan gel bi hev  re dijî û tekane rêya xelasiya ji van tevliheviyan ew e ku gel yekitiya xwe çêke, hişyar be, ji ber ev şer xetertirîn şer e."

ꞌDIVÊ GELÊN ME BI VAN ŞERAN NEXABINꞌ

Têkildarî vê yekê endama Komîteya Civakî ya Kongreya Star Munteha El-Mihêmîd bal kişand  ser siyaseta dewletên sermeyadar bi rêya şerê taybet didin meşandin, hewl didin bandorê li civakê bikin û bi rêya van îdîayan civakê parçe bikin. Munteha got: “Li gel vê bi rêya torên medya civakî dixwazin hevgirtina gelan û yekitiya neteweyî  derbe bikin.”

Munteha El-Mihêmîd îşaret bi bûyerên  di demên dawîn li Dêrazorê qewimîn kir û got: “Ew rûyê rastîn ê wan dewletan e, ji ber vê divê gel û ciwan hişyar bin û ber bi lîstok û derewên Tirkiye û DAIŞ`ê ve neçin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xkiJ5xs5cJ4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>