HPG: Li Sêrtê stasyona bazê hate îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê  ragihand, li navçeya Hawêl a Sêrtê, li dijî stasyoneke bazê çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Di encamê de stasyon hate îmhakirin.

HPG: Li Sêrtê stasyona bazê hate îmhakirin
28 tebax, 2020   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di 27'ê Tebaxê de saet 22:10'an hêzên me li navçeya Hawêl a Sêrtê li dijî stasyoneke bazê çalakiya sabotajê kirin. Di encamê de stasyona bazê bi temamî îmha bû.

27'ê Tebaxê saet di 15:00'an de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li qada Cîlo yê Biçûk ê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.

Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."