Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya duyemîn sibê li dar dixe

Endamê komîteya amadekar a kongreya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê got dê sibê partiya wan kongreya xwe ya duyemîn li dar bixe û diyar kir ku bi sedema vîrusa koronayê lidarxistina kongreyê dereng ma.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya duyemîn sibê li dar dixe
28 tebax, 2020   13:21
REQA

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê sibe kongreya xwe ya duyemîn li dar dixe, girêdayî mijarê endamê komîteya amadekar Elî Hemîdî li ser kongreyê û derengmayîna lidarxistinê axivî.

Hemîdî got: "Piştî lidarxistina kongreya yekemîn û avakirina meclisa giştî, komîteya amadekar hat avakirin. Komîteyê dest bi xebatên re kir û piştre komîteyên şopandina kongreyên navçeyan hatin çêkirin."

Hemîdî da zanîn ku bi sedema pandemiya koronayê xebata amadekirina kongreya giştî rawestî. Bi wê re jî dema amadekariyan dirêj kir û hejmara delegeyên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêm bû û bû 315.

Der barê lidarxistina kongreyê de, Elî Hemîdî got di destpêkê de kongre xebatên xwe bi pêşwazîkirinê dest pê dike. Piştre li ser xebata partiyê û jînenîgariya sekreteya giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şehîd Hevrîn Xelef tê lidarxistin. Dûre aerokê partiyê Îbrahîm Qeftan diaxive, her wiha perspektîfên meclisa giştî tên xwendin.

Piştre partî kar û xebatên xwe bi rêya dîwanê bi rê ve dibe. Dîwan an  bi rêya erêkirin an jî bi rêya sandoqan serokê partiyê hildibijêre, her wiha sekreterê giştî yê partiyê, endamên partiyê û endamên nivîsgeha disîplînê tên hilbijartin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XBLbnRE2VHI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>