Îmaratê 9 balafirên şer şandin Yewnanistanê

Desteya Erkanê ya Hêzên Çekdar a Yewnanistanê ragihand ku 9 balafirên şer ên Îmaratê gihaştin Yewnanistanê da ku beşdarî tedbîqatên hevbeş bibin.

Îmaratê 9 balafirên şer şandin Yewnanistanê
28 tebax, 2020   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh artêşa Yewnanistanê daxuyaniyek weşand û tê de got di nava balafirên gihaştine welêt de 4 balafirên F-16, balafireke veguhastinê ya S-130 û balafireke veguhastinê ya S-17 hene.

Hate destnîşankirin ku bi rêya van tedbîqatan dê hêzên asîmanî yên Yewnanistanê û Îmaretê hevkariyê bikin û bi vê yekê karînên xwe yên têkildarî şer bi pêş bixin.

Tedbîqatên hevbeş di encama têkilî û hevkariya navbera her du welatan de pêk hatiye, her wiha di encama peywendiya navbera endamên fermandariyên hêzên çekdar ên li Yewnanistanê û Îmaratê bi rê ve diçe.

Piştî li herêma rojhilatê Deryaya Spî rageşiya di navbera Yewnanistanê û Tirkiye de zêde bû, ev tedbîqat pêk tên.

(eh)