Eşîra Şemer alîkarî da şêniyên Hesekê

Bi însiyatîfa alîkarî û sînordarkirina aloziya avê li herêmê, şêxê eşîra Şemer 30 erebeyên veguhastina avê (sehrîc) dan şêniyên Hesekê, her wiha bang li şêniyên Sûriyê yên li derve û hundir kir ku alîkariya xizmên xwe bikin.

Eşîra Şemer alîkarî da şêniyên Hesekê
28 tebax, 2020   11:21
HESEKÊ

Piştî azarên şêniyên Hesekê ji qutkirina ava stasyona Elokê ya li rojhilatê Serêkaniyê yê dagirkirî, şêxê eşîra Şemer Abdullah El-Elî El-Başa El-Cerba 30 stêrên avê şandin da ku azarên şêniyan kêm bike.

Wekîlê şêx Abdullah El-Cerba, Hisên El-Başa wiha got: "Dê av li ser 3 beşan li tevahî taxên bajêr bi dema 3 rojan bê belavkirin. Çi dewlet an jî partî dibe bila bibe, ku mijara avê wek zextekê bi kar bîne,  ew faşîst e."

Hisên El-Başa bang li gelê Sûriyê yê li derve û hundir kir ku alîkariya şêniyan bikin.

(sm)

ANHA