Li Şedadê saziyeke mezaxtinê vebû

Ji nav rêze projeyên Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji bo pêşîlêgirtina aloziya aborî û qanûna qeyser, Desteya Aborî saziya Newroz ya mezextinê li navçeya Şedadê vekir.

Li Şedadê saziyeke mezaxtinê vebû
Li Şedadê saziyeke mezaxtinê vebû
Li Şedadê saziyeke mezaxtinê vebû
Li Şedadê saziyeke mezaxtinê vebû
27 tebax, 2020   13:43
HESEKÊ

Herêma Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  wek hemû herêmên Sûriyê bi qanûna Qeyser   bandor bû.

Rêveberiya Xweser bi armanca kêmkirina barê welatiyan û şikandina keysbaziya bazirganan, hin projeyên hevbeş vekirin û çandinî û pîşesaziya herêmî piştgirî kir.

Girîngtirîn projeyên ku mesrefa welatiyan kêmtir dike tevî belavbûna pendemiya koronavîrusê  saziyên mezextinê ne.

Divê çarçoveyê de li navçeya Şedadê, Desteya Aboriyê ya li herêma Cizîrê bi koordînata bi meclisa Hesekê re saziya Newroz vekir, ji bo peydakirina madeyên xwarinê bi buhayê kirînê. 

Hevserokê meclisa navçeya Şedadê Ela El-Umer ji ANHA’ê re axivî û got: “Rêveberiya Xweser ji destpêka pêkanîna qanûna Qeyser ve çend tedbîrên pêwîst ji herêmê re girt. Wek pirojeyên mezextinê li  herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê  vekirin.”

 Li gorî hevserokê meclisa Şedadê , projeyên mezextinê dê welatî ji tematiya bazirganan di keysbazkirina hin madeyan ku wan difroşin bi buhayê zêde, bikin  , ev yek buye ku aloziyê zêdetir dike, dê jê bi parêze, ji ber ku ev proje hemû madeyên xwarinê bi buhaya kirînê didin.

El-Umer dest nîşan kir ku xwesteka Meclisa Sivîl ya navçeyê ew e ku  sazîne din wek vê  li herêmên girêdayî navçeyê bi koordînata bi Desteya Aborî û çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekin .

 

(sm)

ANHA