Şêniyên Tirbespiyên ji ber bilindbûna nirxan bi gazinc in

Piraniya şêniyên Qamişlo li ser cudabûna nirxên madeyan di navbera sûk û dikanan de, bi gazinc in. Şêniyan bang li aliyên têkildar kir ku nirxê madeyan bikin yek. Xwediyên dikanan jî diyar dikin ku sedema wê yekê nirxê dolar e.

Şêniyên Tirbespiyên ji ber bilindbûna nirxan bi gazinc in
26 tebax, 2020   07:49
RÊNAS REMO- QAMIŞLO

Bi pêkanîna qanûna Qeyserê û bilindbûna nirxê dolar li hemberî lîreya Sûriyê re, nirxê madeyên xwarinê bilind bû. Hin bazirgan jî bi buhayê madeyan dilîzin û bi dolar difroşin. Ji ber vê yekê cudabûna di nirxê madeyan de heye. Tevî gerên komîteya Zimhêrî jî, lê kontrolkirina nirxan li sûkê zehmet e.

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê diyar dikin ku bazirgan bi nirxê madeyan dilîzin.

Şêniyê bi navê Osman Salih dibêje: "Nirxê madeyan li gorî fonên em distînin, pir buha ye. Nirxê her madeyekê bûye 4 qat nirxê berê. Em bang li aliyên têkildar dikin ku nirxan bikin yek."

Hesen Ehmed El-Hesen destnîşan kir ku nirxê madeyan li her dikanekê bi rengekî ye. Her wiha diyar kir ku komîteya Zimhêrê ji cudabûna nirxê madeyan û bihabûnê berpirsyar e.

Beşîr Yûnis ku xwediyê dikaneke bazirganiyê ye li sûka navendî ya navçeya Tirbespiyê, daxuyand ku hin bazirgan hemû madeyan bi dolar difroşin dikanên bazirganiyê û hinek jî bi lîreya Sûriyê difiroşin, ji ber vê yekê xwediyên dikanan neçar dimînin ku nirxan bi dolar bifiroşin. Yûnis wiha got: "Pirsgirêka sereke ew e ku nirxê dolar neîstiqrarkirî ye û her saetekê bi rengekî dibe. Ev yek jî kontrolkirina nirxan zehmet dike."

Yûnis piştrast kir ku bazirganên mezin nirxên madeyan li sûkê kontrol dikin.

Yek ji rêveberên komîteya Zihmêrê ya navçeya Tirbespiyê Heval Hikmet Hesen jî piştrast kir ku ew rojane lîsteyên diyarkirina nirxan li ser dikan û sûkên sebzeyan belav dikin. Her wiha destnîşan kir ku sedema cudabûna nirxan bilindbûna nirxê dolar li hemberî lîreya Sûriyê ye.

Hesen diyar kir ku şênî li ser vê mijarê bi gazinc in lê belê giliyên xwe pêşkêşî Komîteya Zimhêrê nakin. Her wiha bang li şêniyan kir ku heke bilindbûna nirxan dîtin yekser giliyan rakin komîteyê û wiha got: "Komîteya Zimhêrê 24 saetan amade ye."

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, Desteya Aborî û Çandiniyê hin saziyên mezêxerkirinê li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di nav de navçeya Tirbespiyê, vekir. Yek ji rêveberên saziyê Yûnis Hac Silo got, li gorî nirxên sûkê, nirxên saziyên guncew in, ji ber vê yekê şênî berê xwe didin saziyê.

Silo piştrast kir ku saziyên mezêxerkirinê hewl dide ku pêdiviyên şêniyên ên sereke peyda bike û pêşî li keysbaziyê bigire.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_SBTKStyJzs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>