Rojeva rojnameyên erebî -26`ê Tebaxê

Rojnameyên erebî yên îro der barê protestoyên li Trablusa Lîbyayê, aloziya Libnanê û civîna Umanê nivîsîn.

Rojeva rojnameyên erebî -26`ê Tebaxê
26 tebax, 2020   07:46
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: TEVGEREA BI HÊRS A GEL EL-SERAC BI TENÊ DIHÊLE Û ROLA TIRKIYÊ JÎ EŞKERE DIKE

Rojnameyê nivîsî ``Hewldanên serokê meclisa serokatiyê ya hikûmeta Wifaqê ya Lîbyayê Fayiz El-Serac, ji bo sarkirina protestoyên gel, biser neketin, wî nikarî hêrsa xwepêşandêrên li kolan û qasên paytext Trablulê kêm bike``.

Her wiha pirgirên wî yên bi hin komîn milîsan ên Misrata ku alîgirên wezîrê karên derve Fethî Başaga ne jî zêde bûn, bi taybet milîsên ``El-Simûd`` bi fermandariya Selah Badî, ku asta rexneyên xwe bilind kirin, ev tişt hemû dikin ku El-Serac di hêla siaysî de bi tenê bihêlin.

El-Serac got:"di xwepêşandanên roja yekşekê de hin binpêkirin çêbûn, ji ber yên ku derketin destûrên pêwîst ji aliyên têkildar negirtin da ku ew alî wan biparêzin, ev tişt duh (yekşemê) çêbûn."

Xwepêşandêran dîse daxwazên xwe yên çûna El-Serac dubare kirin, durişme ``biçe biçe`` bilindkirin, her wiha rewş hîn bêhtir aloz bû, êdî li tevahiya kolanên paytext Trablusê grev hate ragihandin, ji bo El-Serac 24 saet hatin destnîşankirin da ku rêzê bide daxwazên gel û istifa bike.

Di vê navberê de çavkaniyeke ewlehiyê ya Lîbyayê diyar kir ku El-Serac alîkariya istixbarata Tirkiyê xwestiye ku li paytext Trablusê ne, da ku bi rêya kesên alîgir têkevin nava xwepêşandan û durişmeyên li gorî daxwaza wî bilind bikin. Ew dixwaze ku rêvebiriyeke xwepêşandanan a nêzî xwe ava bike.

Rojnameya "El-Mersed El-Lîbî"li ser zimanê çavkaniyên ewlehiyê got ku istixbara Tirkiyê ya li Trablusê roja sêşemê li baregeha Miêtîqayê cvîneke lidar xistiye, paşê jî civînek li baregeha Aboste bi rêvberên komên çekdar ên Lîbyayê re lidarxistiye. Ji endamên koman xwestiye ku têkevin nava xwepêşandanan û naverok daxwazên gel ên siyasî û civakî biguherînin.

EL-BEYAN: EL-HERÎRÎ NAXWAZA VEGERE SEROKATIYA HIKÛMETA LUBNANÊ

Der barê rewşa Libnanê rojnameyê nivîsî "Serokê hikûmeta Lubnanê ya berê û serokê bloka El-Musteqbel a Libnanê Saad El-Herîrî ragihandin ku ew babe namzetê serokatiya hikûmeta nû, ji ber ku hin hêzên siyasî dixwazin desthilatdariyê bidest bixînin, her wiha spasiya her kesî kir ku navên wî ji bo vê erkê pêşniyar kirine."

EL-ŞERQ EL-EWSET: CIVÎNA SÊ ALÎ YA UMANÊ DOZA PÊŞÎGIRTINA DESTWERDANÊN DERVE DIKE

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî :"Qiralê Urdunê Elbdele El-Sanî duh li Umanê pêşwaziya civîneke sê alî kir ku serokê Misrê Ebdilfetah El-Sîsî, serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî kir jî berşdar bûn. Di civînê de geşedanên li welatên Ereban, mijarên herîmê û doza Filistînê hatin nirxandin``.

(kn)