Li ser sînorê Lubnanê, artêşa Îsraîlê di nava seferberiyê de ye

Vê sibê piştî guman pê çêbûn ku operasyonek heye, li ser sînorê Lubnanê Îsraîlê di nava amadekariyê de ye.

Li ser sînorê Lubnanê, artêşa Îsraîlê di nava seferberiyê de ye
26 tebax, 2020   07:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilata Îsraîlê ji şêniyan xwest ku ji malên xwe dernekevin û lampeyên xwe vemirînin, li gel vê artêşa Îsraîlê sînorê bi Lubnanê re girt û çavkaniyan diyar kir ku artêşa Îsraîlê rêyek nêzî baregeha Menara dîtin û yekîneyeke artêşê li herêmê dest bi operasyonê kir.

Artêşa Îsraîlê têkildarî bûyerê daxuyanî da û daxuyand ku bûyera ewlehî ya li bakur bi taybet bi avêtina guleyan li ser nuqteyên artêşê yên nêzî sînor dest pê kir, birîndar û wendahî tune ne. Paşê artêşê jî ji herêma El-Menara bombeyên sivik avêtin sînorê Lubnanê û rê girtin.

Artêşa Îsraîlê zêdetirî 20 bombeyên fosforê yên sojer avêtin dedora rêya di navbera bajarê Meys El-Çebel û Hewla û derdora bajarê Êtron û girên Keferşoba.

 (eh)