Piştî hedefgirtina dewriyeyê Rûsyayê tevgera xwe li Idlibê zêde kir

Balafirên şer ên Rûsyayê tevgera xwe li asîmana Idlibê zêde kir. Li aliyekî din çeteyan Xetab El-Şîşanî hedefgitina dewriyeya Rûsyayê ya vê sibehê girte ser xwe.

Piştî hedefgirtina dewriyeyê Rûsyayê tevgera xwe li Idlibê zêde kir
25 tebax, 2020   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên Rûsyayê piştî hedefgirtina derwiyeya Rûsya-Tirkiyê li dora Urem El-Jawz li rojavayê Idlibê ku di encamê de panzêrek hate rûxandin û du leşkerên Rûs birîndar bûn, firîna xwe li asîmana parêzgeha Idlibê zêde kir, li gel firîna firokeyên Rûsyayê li asîmanê gundewarên başûr û rojhilatê Idlibê.

Her wiha çeteyên Tûgaya Xetab El-Şîşanî hedefgirtina dewriyeya Rûsyayê girte ser xwe. Beriya wê jî ev tûgay hedefgirtina dewriyeyên Rûsya-Tirkiyê li ser rêya M4 girtibûn ser xwe bêyî ku bê zanîn ku ev kom girêdayî kijan alî ye.

(şx)