Meclisa Jinan li Minbicê dest bi hemleyeke nû kir

Bi dirûşma "Dê rih û jiyan bi berxwedana jinan a li kampan geş bibe" Meclisa Jinan a Minbicê dest bi hemleya zanabûnê ji jinên koçber re li kampa Resima El-Exder kir.

Meclisa Jinan li Minbicê dest bi hemleyeke nû kir
Meclisa Jinan li Minbicê dest bi hemleyeke nû kir
Meclisa Jinan li Minbicê dest bi hemleyeke nû kir
Meclisa Jinan li Minbicê dest bi hemleyeke nû kir
Meclisa Jinan li Minbicê dest bi hemleyeke nû kir
Meclisa Jinan li Minbicê dest bi hemleyeke nû kir
25 tebax, 2020   12:22
MINBIC

Bi hedefa birêxistinkirin û zanakirina jinan ji aliyên civakî û çandî ve û bi hevkariya endamên Komîteya Tenduristiyê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn-Jin, Meclisa Jinan a Minbic û Gundewarên Wê îro civîna yekemîn a hemleyê di kampa Resim El-Exder de li rojhilatê Minbicê li dar xist.

Civîê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre bi navê Meclisa Jinan a Minbicê Ibtîsam Abdulqadir behsa şerê bênavber ê ji 10 salan ve li welat, kir ku di encamê wê de bandora yekser li jinan kir. Her wiha Ibtîsam Abdulqadir wiha got: "Bi sedema vî şerî îro jin li nava kampan li gelek bajaran belav bûne."

Ibtîsam Abdulqadir wiha domand: "Jina ku neçar maye koçberî kampan bibe, divê zana û rewşenbîr be, divê li ber xwe bide û xwe ji rejîmên kapîtalîst biparêze."

Endama Komîteya Tenduristî Hîbe Qenbor behsa berbelavbûna Koronavîrusê kir ku tevahî mirovahî xistiye xeteriyê. Her wiha divê di kampan de, bi taybet jin zarokên xwe ji vê pandemiyê biparêzin.

Hîbe Qenbor di civînê de behsa zewaca temen biçûk a li kampê belav bûye, kir, her wiha beşdaran bal kişand ser sînordarkirina vê bûyerê. Ji ber bandorên zewaca temen biçûk ên tenduristî hene. Her wiha Hîbe Qenbor piştrast kir ku pêwîst e zanabûna jinan di vî warî de zêde be.

Li gorî Meclisa Jinan, hemleya li kampê dê 15 rojan bidome.

Kampa Resim El-Exder di 15’ê Gulana 2018’an de ji bo koçberên bajarokê Mesekenê, Dêrhafir û gundewarên Helebê hat vekirin, tê de nêzî 500 kon hene û nêzî 564 malbat lê dijîn.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eZcImoIq8Wg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>