​​​​​​​Malbatên Şehîdan êrişa dewleta Tirk a li dijî Goristana Şehîdan a Serêkaniyê şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê êrişa li dijî Goristana Şehîdan a Serêkaniyê şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku sûcdaran muhesebe bike.

​​​​​​​Malbatên Şehîdan êrişa dewleta Tirk a li dijî Goristana Şehîdan a Serêkaniyê şermezar kir
24 tebax, 2020   18:32
ŞEHBA

Bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, yekitî û sazî li ber Goristana Şehîdên Berxwedana Efrînê ya li navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê kom bûn û endamê meclisê Dara Selman daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

`Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst qanûn û peymanên agirberstê li herêmên dagirkirî li Girê Spî û Serêkaniyê yên di navbera wê û Rûsya û DYA`yê de binpê dike, siyaseta xwe ji bo guhertina demografiya herêmê û çewisandina dîrok û nasnameya gelên herêmê yên resen didomîne. Tevahiya kiryarên sûcdar ên li dijî qanûna navdewletî pêk tîne, sivîlan direvîne, dikuje û fîdyayan dixwaze.  Komên çeteyên Firqet El-Muitasêm a girêdayî dewleta Tirk Goristana Şehîdan a Serêkaniyê ruxand, veguherand baregeke xwe û ala dewleta Tirk tê de daliqand. Ev li gorî benda 113 a qanûna navdewletî ya mirovî, lihevkirina Hague ya 1907`an, lihevkirina Cinev û protokolên wê sûcek şer e û di dadgeha cezayan a navdewletî de tê derizandin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê em bi tundî êrişa li dijî gorên ciwanên me şermezar dikin. Em bang li civaka navdewletî, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ û dewletên misogerker Rûsya û Amerîkayê dikin ku van kiryaran sûcdar bikin, kesên pêk anîne û aliyên ku piştgiriya wan dikin muhesebe bikin. her wiha li dadgeha cezayan a navdewletî gilî bikin da ku sûcdarên vê sûca li dijî tevahiya qanûnên navdewletî werin cezakirin.`

Di dawiya daxuyaniyê de beşdaran sloganên dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berz kirin.

(şx)

ANHA