Li Terablusê xwepêşendanên li dijî hikumeta Wîfaqê careke din destpê kirin

Li paytexta Lîbya Terablusê,  careke din xwepêşendan li dijî hikumeta Wîfaq li dar ketin.

Li Terablusê xwepêşendanên li dijî hikumeta Wîfaqê careke din destpê kirin
24 tebax, 2020   19:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşendar gihaşt qada Şehîdan û banga çûyîna serokê hikumeta Wîfaq kir.

Xwepêşendaran di roja duyemîn de destpêkê li nêzî hola gel a Terablusê kom bûn û berê xwe dan qada Şehîdan.

Li Sebhayê jî xwepêşendan li dijî gendelî û rewşa jiyanî û xizmetguzarî ya dijwar li dar ket.

Di xwepêşandan de bangawaziyên lidarxistina xwepêşendanên girseyî li Trablusê hatin kirin.

Gelek çalakvanan banga boykotkirinê li Terablusê û girtina dikanên bazirganî û saziyên hikumetê kirin.

(şx)