Şêniyên Helebê berxwedana Heftenînê silav kir

Şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê bi meşekê piştgirî dan berxwenda Heftenînê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Şêniyên Helebê berxwedana Heftenînê silav kir
Şêniyên Helebê berxwedana Heftenînê silav kir
Şêniyên Helebê berxwedana Heftenînê silav kir
Şêniyên Helebê berxwedana Heftenînê silav kir
Şêniyên Helebê berxwedana Heftenînê silav kir
Şêniyên Helebê berxwedana Heftenînê silav kir
Şêniyên Helebê berxwedana Heftenînê silav kir
Şêniyên Helebê berxwedana Heftenînê silav kir
24 tebax, 2020   17:50
HELEB

Meş ji ber avahiya Şaredariya Gel a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir û di nava kolanên taxê de dewan kir. Di meşê de diruşmeyên silavkirina berxwedana Heftenînê û banga mezinkirina têkoşîna li dijî dewleta Tirk hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Şehîd Gulê Selmo rawestiya û veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtin hevserokê Meclisa Taxa Şehîd Rûbar Îsa Mistefa û endama Kongreya Star Zeyneb Elî axivîn.

Di axaftinana de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd hatin şermezarkirin her wiha banga yekitî û hevgirtina kurdî li hemberî êrişan hate kirin.

Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Heftanînê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

ANHA