Kazimî: Dê kujerên çalakvanan werin cezakirin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî soz da ku dê kujerên çalakvanên li Iraqê ceza bikin.

Kazimî: Dê kujerên çalakvanan werin cezakirin
23 tebax, 2020   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Kazimî di civîna bi fermandarên ewlehî û leşkerî ya li navenda fermandariya operasyonên Besrayê de wiha got: "Komên li derveyî qanûnê di van demên dawîn de hewl didin şêniyên Besrayê bitirsînin, ev jî li ser me û tevahî gelê Iraqê gef in. Her wiha hebûna me li Besrayê awarte ye, Besra girîng e û di parastina wê de binketinan qebûl nakin."

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştrast kir ku çekan û pirsgirêkên eşîrî qebûl nakin, divê xebatek ji bo wê bê kirin. Her wiha bi binpêkirina qanûn û pêkanîna sûcan dan û standin ne pêkan e. Kazimî da zanîn ku divê baweriya şêniyan bi alavên ewlehiyê vegerînin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî got destwerdanên siyasî di kar û barên ewlehiyê de qebûl nakin.

(fr)