Gelê Başûrê Kurdistanê îstifaya hikumetê dixwaze

Li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê, bêdengiya hikumeta herêmê ya li hemberî dagirkeriyê, pirsgirêkên di qadên aborî û tendirustiyê de hatin şermezarkirin.

Gelê Başûrê Kurdistanê îstifaya hikumetê dixwaze
22 tebax, 2020   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji ber bêdengiya hikumeta herêmê ya li hemberî dagirkeriyê, pirsgirêkên di qadên aborî û tendirustiyê gel li Silêmanî, Helebçe, Hewlêr, Kelar, Ranya û Şeladizê daketin qadan û bang li hikumetê kirin ku bila îstîfa bikin.

Bi sedan kes li Parka Azadiyê ya Silêmaniyê kom bûn û bi sloganên ‘Bila hikumet îstîfa bike’ nerazîbûn nîşan dan.

Li Ranyayê jî gel li qada bazarê kom bûn û nerazîbûn nîşan dan. Hêzên asayîşê bombeyên gazê avêtin xwepêşander û bi fîşekên plastîk xwepêşander gulebaran kir. Gel bi keviran li ber xwe da, gelek xwepêşander birîndar bûn.

Li Kelarê jî gel li Parka Leyla Kasim kom bû û heta avahiya kaymakamtiyê meşiyan. Ji ber ku êrişî meşê hate kirin, bûyer çêbûn. Şerê di navbera gel û hêzên asayîşê didome.

Li Şeladizê ya Duhokê jî beriya protestokirina êrişên dewleta Tirk qedexeya derketina derve hate ragihandin, ketin û derketina bajêr hate qedexekirin. Asayîşa girêdayî PDK’ê ji bo pêşiya protestoyan bigire, girtina dikanan li ser esnafan ferz kir.