Li Tirbespiyê û kampa Berxwedan kar û xebatên xizmetguzariyê berdewam dike

Şaredariya Gel a bajarokê Ebû Feri rêya bajarok bi dirêjahiya 21 km sererast kir. Ev rê ji bo 60 gundan rêyeke sereke ye û niha bi qûmê tê sererastkirin. Di heman demê de Şaredariya Kampa Berxwedan li kampê xetên kanalîzasyonan berfireh kir.

Li Tirbespiyê û kampa Berxwedan kar û xebatên xizmetguzariyê berdewam dike
Li Tirbespiyê û kampa Berxwedan kar û xebatên xizmetguzariyê berdewam dike
Li Tirbespiyê û kampa Berxwedan kar û xebatên xizmetguzariyê berdewam dike
Li Tirbespiyê û kampa Berxwedan kar û xebatên xizmetguzariyê berdewam dike
Li Tirbespiyê û kampa Berxwedan kar û xebatên xizmetguzariyê berdewam dike
22 tebax, 2020   11:33
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a bajarokê Ebû Feri di demên derbasbûyî de rêya sereke ya bajarok sererast kir.

Li navçeya Tirbespiyê rêya Ebû Feri ji zêdetirî 60 gundarên li aliyê başûrê navçeyê rêyeke sereke û stratejîk e, di heman demê de navçeyê digihîne navçeya Til Hemîsê û dighine rêya petrolê jî.

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarokê Feri Elî El-Hewar destnîşan kir ku bi lêçûna ji bo îsal hatiye veqetandin, rêya bajarok a sereke sererast kirin.

Her wiha da zanîn ku di rojên pêş de ew ê rêya gundên bi ser bajarok ve bi qûmê dagirin û 20 milyon lîreya Sûriyê jê re veqetandine.

Şaredariya Gel ji bo pêşî li rabûna lehiyan bigire û rê bi ewle be, di demên derbasbûyî li bajarokê Ebû Feri du pirên sereke çêkir.

LI KAMPA BERXWEDAN KANALÎZASYON HATIN BERFIREHKIRIN

Şaredariya Gel a kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê ji bo nexweşî li kampê berbelav nebin, nexasim ku li Şehbayê vîrusa Korona belav bûye, dest bi berfirehkirina xetên kanalîzasyonan kir. Şaredarî ji bo parastina welatiyên li kampê dimînin boriyan derdixînin derveyî kampê.

Hevserokê Şaredariya kampa Berxwedan Şoreş Îsa axivî û got ku wan li kampa Berxwedan dest bi projeyên xizmetguzariyê kirine, ji wan berfirehkirin û dûrxistina kanalîzasyonan ji kampê ye, ji ber ava karîza li kampê radibû û vê yekê jî şênî nexweş dixistin.

Îsa di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku wan bang li rêxistinên navneteweyî  û mafên mirovan kirine ku bi wan re bibin alîkar û kanalîzasyonê bikin qanaleke sereke li navçeya Fafînê, lê dîsa jî bi erka xwe ranebûn, lewra wan bi derfetên kêm dest bi kar û xebatê kirin û ji bo ava karîza li nava kampê neçe kanalîzasyon derxistin derveyî kampê.

(eh)

ANHA