ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-08-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-08-2020`AN
21 tebax, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Şêniyên bajarê Kobanê gotin: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide li seranserî herêmê toreke istîxbaratê ava dike. Divê em hişyar bin û ji hêzên ewlekariyê re bibin destek." (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl got, li qada cîhanê geşedanên bilez rû didin, divê Kurd jê re amade bin û yekitiya xwe pêk bînin. Xelîl îşaretpê kir ku dan û standinên aliyên Kurd û hewldanan çareserkirina nakokiyan berdewam in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Hebûn Mele Xelîl, bi komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bandor dibe û dest bi têkoşînê dike. Di şerê rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ`ê de cih digire û heta şehadetê li pey şopa azadiyê ket. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Pisporekî zanista civakî got: " Armanca tevgerên dawî yên dewleta Tirk civaka Kurd e, nemaze piştî ku doza Kurdan li ser maseya civaka  navneteweyî tê nîqaşkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Şêniyên kantona Efrînê yên ji ber êrişên artêşa Tirk a dagrker û çeteyên wê koçberî Şehbayê bûne, êrişên artêşa Tirk ên li dijî Heftanînê şermezar kirin û bang li tevahiya gelan kirin ku fikirê Osmanî yê ku hewldana derxistina fitneyên di navbera pêkhateyan de derxînin, bişkînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Derxistina kevir ji çiyayê Lêlûnê jêdera qûta şêniyên gundên çiyayê ye. Ev kevir li parêzgehên Sûriyê tê frotin. Lê dorpêça ku hikumeta Sûriyê li herêmê ferz kiriye û topbarana artêşa Tirk a dagirker, zehmtiyan ji şêniyan re çêdikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA