Hunermendên Sûriyê û Lubnanê piştgirî dan şêniyên Hesekê

Gelek hunermendên Sûriyê û Lubnanê piştgirî dane kampanyaya Hashtag ya "Hesekê rizgar bikin.. Hesekê bê avê".

Hunermendên Sûriyê û Lubnanê piştgirî dan şêniyên Hesekê
Hunermendên Sûriyê û Lubnanê piştgirî dan şêniyên Hesekê
Hunermendên Sûriyê û Lubnanê piştgirî dan şêniyên Hesekê
Hunermendên Sûriyê û Lubnanê piştgirî dan şêniyên Hesekê
Hunermendên Sûriyê û Lubnanê piştgirî dan şêniyên Hesekê
Hunermendên Sûriyê û Lubnanê piştgirî dan şêniyên Hesekê
Hunermendên Sûriyê û Lubnanê piştgirî dan şêniyên Hesekê
Hunermendên Sûriyê û Lubnanê piştgirî dan şêniyên Hesekê
21 tebax, 2020   19:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê ku bajarê Serêkaniyê dagir kirine zêdeyî 20 roj in ava stasyona Elokê ya ku avê dide bajarê Hesekê qut kiriye.

Ji bo piştgirtiya şêniyên Hesekê, li ser tevna civakî kampayeke mezin bi navê "Hesekê rizgar bikin..Hesekê bê av e" dan destpêkirin.

Kampanya bi lez ber belav bû. Hejmarek hunerêmên Sûriyê û Lubnanê beşdarî bûn ku bi postên xwe piştgirdaî dan xelkê Hesekê û dagirkeriya Tirk şermezar kirin.

Ji hunermendên ku beşdarî vê kampanyayê bûne "Şukran Merteca, Sulav Fewaxircî, Dîma Qendeleft, Emel Erafa, Basim Yaxûr, Qusey Xûlî, Meksîm Xelîl, Dalîda Xelîl, Nasîf Zeytûn, Asala Nesrî, Faya Yûnan, Nesrîn Tafiş".

Lîstikvana Sûriyê Xada Beşûr ji ber qutkirina avê li ser bajarê Hesekê nerazîbûna xwe nîşan da.

Malpera "Fen" a Sûriyê jî got: "Zêdeyî 20 roj in, zêdeyî milyon Sûrî tî ne. Ev sûcek li dijî mirovahiyê ye. Lê tevahî cîhan temaşe dike û tevnagere.

Rîca dikim, beriya dem derbas bibe Hesekê ji tîbûnê xilas bikin. Rewş êdî tehemûl nake. Hesekê ji sûcên Tirkiyê û serkêşê komê Erdogan rizgar bikin."