​​​​​​​Tevgerên Qeter-Tirkiyê zêde dibin…Gelo rewşa Lîbyayê ber bi ku ve diçe?

Tirkiyê û Qeterê tevgerên xwe li Lîbyayê zêde kirin û wezîrên parastinê yên her du welatan serdana Lîbyayê kir. Armanc û encamên vê serdanê bi xwe re gelek pirs derxistin holê. Siyasetmedarên Lîbyayê eşkere kirin ku serdan bi armanca ji nû ve avakirina rêxistinbûna çeteyan û parvekirina xêr û bêrên pêk hatiye. Her wiha piştrast kirin ku êdî çareseriya siyasî bi dawî dibe û welat ber bi şerekî mezin û yekser ve diçe.

​​​​​​​Tevgerên Qeter-Tirkiyê zêde dibin…Gelo rewşa Lîbyayê ber bi ku ve diçe?
21 tebax, 2020   00:23
QAHÎRE- EMANÎ EZAM

Piştî serdana wezîrê parastinê yê Qeterê Xalid El-Etiya û hempîşeyê wî Helûsî Akar ji paytexta Lîbya Terablusê re û civîna wan bi Îxwanên Lîbyayê re, şandeya Qeterê ragihand ku dê şêwirmend û pisporan ji bo perwerdekirina çete û mîlîsan di bin navê piştgiriya hikumeta Wîfaqê de bişîne Lîbyayê.

Çavkaniyekî Misirî jî destnîşan kir ku lihevkirina Qeter-Tirkiriyê ku ji bo guhertina navê perava Misrata a Lîbyayê bi perava "Enqerayê", binpêkirin e û gefê li tevahî herêmê dixwe.

Çavkaniyê Misirî li ser guhertina bajarê Misata yê Lîbyayêb baregeheke leşkerî ya Tirkiyê re ku piştî serdana wezîrên parastinê yên Tirkiyê û Qeterê ji Terabilusê re behsa wê yekê tê kirin û di dezgehên çapemeniyê de jî hatiye  belavkirin, diyar kir ku ew ji wê yekê şûq mane.

Di heman der barê de, serokê îstixbarata Misirê mîralayî Xalid Micawir nameyeke serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî radestî fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter kir. 

Li gorî çavkaniyên çapemeniyê, di nameya Sîsî de hatibû diyarkirin ku Qahîreyê serdana rayedarên Qeterê û Tirkiyê ji bo Lîbyayê ya di rojên dawîn de şopandiye. Her wiha hate gotin ku Misir parçekirina axa Lîbyayê red dike û dê rê nede dorpêçkirina welêt.

Sîsî di nameya xwe de gotibû dê Qahîre di rojên bê de xeteke têkiliyê ya yekser ava bike û di asteke bilind de bi Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê re koordîne bike. Her wiha diyar kiribû ku dê piştgiriya gelê Lîbyayê û artêşa Lîbyayê li dijî terorê û mîlîsên çekdar, dewam bike.

Li gorî heman çavkaniyan, serokê îstixbarata şer a Misirê bi Hefter re li ser koordînasyona ewlehî li hev kiriye.

ENCAMA SERDANA  WEZÎRÊN TIRKIYÊ Û QETERÊ ÇI BÛ?

Şîrovekarê siyasî yê Lîbyayê Mihemed El-Zubeydî di hevpeyvîneke  bi ANHA`yê re behsa 8 bendên lihevkirinê û armancên civînan kir.

Li gorî El-Zubeydî, bend ev in: "Tevlêkirina çeteyan nava hêzên leşkerî û hêzên ewlekariyê, misogerkirina para Qeterê ji petrol û gazê, diyarkirina para Qeterê ji peravê Lîbyayê piştî ku perava Misrata veguherînin barehgeke deryayî ya Tirkiyê û perava Terablusê jî bikin şerîketeke Tirkiyê, ji nû ve avakirina rêxistinbûna Îxwan Mislimîn li gorî qonaxa bê, çareserkirina nakokiyên di navbera kesyaetên ji Qeter û Tirkiyê di hundir meclisa serokatiyê de, sazkirina planeke hevbeş piştî valakirina bajarên Sirte û Cefra ji artêşê, koordîneya der barê veguhestina terorîstan ji Tirkiyê ji bo Qeterê piştre ji bo Lîbyayê û garantiya danîna pereyên wê yekê, avakirina odeyeke çalakiyan a hevbeş li Misratayê ji bo serweriya cihê petorlê (Qews Niftî)."

"TIRKIYÊ DEMÊ BI KAR TÎNE"

Girêdayî mijarê, diplomatê Lîbya yê berê Remedan El-Behbah ji ANHA`yê re wiha axivî: "Hevkariya hin welatan ji bo destwerdana li kar û barên Lîbyayê, xerabtir dibe. Îşaretên bi çareseriya siyasî dibin êdî pêkenok in û armanc jê bikaranîna demê ji bo berjewendiya Tirkiyê û alîgirên wê ye."

Her wiha destnîşan kir ku: "Aliyên Lîbyayî tenê sernav in û tu hebûna wan di şerê li ser erdê de tune ye. Ew behaneyên şerê çarenûsî yê di navbera hêzên herêmî û hêzên navnetewî yê dema bê ye."

"QADEKE PÊŞBIRKA NAVNETEWÎ"

El-Bihbah wiha berdewam kir: "Xuya ye ku piştî 10 salan Lîbya bû qadeke pêşbikra navnetewî di navbera hêzên ku dagir kir û sîstema wê têk bir. Ev pêşbirka navnetewî bi lidarxistina kongreyan li dewletên ku destwerdana şer dikin an bi daxuyaniyên şandeya navnetewî yê berê Xesan Selama dema gotiye ku naxwazin rewşa Lîbyayê ya heyî bi dawî bibe yan jî bi çareseriyeke siyasî li gorî pîvanên NY`yî bi encam bibe, piştrast bû. Dewletên devre ji ber berjewendiyê aborî û jeopolîtîk naxwazin ku rewşa herêmê çareser bibe."

"ZIMANEKÎ NÛ YÊ MÊTÎNGERIYÊ"

Dîplomatê Lîbyayî wiha lê zêde kir: "Ji helwestên hin siyasetmedarên wan dewletan xuya bû ku zimanekî nû yê ê mêtîngeriyê heye. Tirkan ev yek bi awayekî eşkere gotin û diyar kirin ku Lîbya parçeyekî împeratoriya Osmanî bû û vegera wan ji bo vejandina desthilata Osmanî ye. Bi vê yekê zimanê mêtîngeriyê yê di daxuyaniyên rayedarên Tirkan de eşkere bû. Ji lewra çareseriya siyasî bûye pêkenok."

El-Bihbah destnîşan kir ku: "Destwerdana Qeterê ne nû ye û her kes dizane ku ev destwerdanê bi zelalî ji Sibata 2011`an e dest pê kir. Dema ku Qeterê projeyeke derbkirina Lîbyayê pêşkêşî Meclisa Hevkariyê ya Kendavê, Komkara Erebî û Konseya Ewlehiyê kir. Her wiha bertîl û piştgiriya siyasî û leşkerî da NATO`yê da ku Lîbyayê birûxîne. Qeterê televziyona El-Cezîrê ji bo şerê çapemeniyê yên mezin li dijî sîstema Lîbyayê bi kar anî. Kenala El-Cezîrê bû bingeha derxistina şer û çavkaniya agahiyên derew. Her wiha Qeter ji 2011`an ve û heta niha terorîstan fînanse dike."

"QETER Û TIRKIYÊ LI SER RÛXANDIN Û DAGIRKIRINA LÎBYAYÊ LI HEV DIKIN"

Dîplomatê Lîbyayî îşaret bi wê yekê kir ku: "Destwerdana Qeter û Tirkiyê li Lîbyayê ne tesaduf e, lê belê her du aliyan li ser rola xwe di rûxandina Lîbyayê de li hev kirine. Tişta  balkêş ew e ku hin dewletên ku qaşo banga çareserkirina siyasî dikin li hemberî vê rewşê bêdeng in. Ev yek piştrast dike ku li ser dagirkirina û rûxandina Lîbyayê hatiye lihevkirin."

''REWŞA LÎBYAYÊ TRAJEDÎK E''

El-Bihbah wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bêdengiya dewletan û negirtina helwestekê li hemberî vê tevlîheviyê ku di nava wan de Misir jî heye, îşaretê bi du tiştan dikin. Ya yekemîn; çareseriya siyasî bi dawî bûbû û şerekî yekser di navbera wan aliyan de pêk bê. Ya duyemîn jî; dê Amerîka bihêle ku artêşa Lîbyayê ji Sirte û Cefrayê vekişe û rê bide avakirina 'herêma kesk' wekî ew bi nav dikin û dê ji aliyê hêzên derve yên hevkariya parçekirina Lîbyayê kirine ve bê birêvebirin. Bi hemû rewşan de jî, êdî rewşa Lîbyayê  trajedîk û pir bi girêk e û îşaretê bi zêdebûna tevlîheviyê dike ku dê gelê Lîbyayê fatora wê xwîn û pereyên xwe bidin."

(cx)

ANHA