Rageşiya dewleta Tirk û Yewnanistanê… keştiyeke şer a DYA’yê gihaşt girava Kretayê

Keştiyeke şer a DYA’yê gihaşt girava Kretayê ya Yewnanistanê ji bo ku çavdêriya rageşiyên li ser herêmên enerjiyê yên li rojhilatê Deryayê Spî yên di navbera her du dewletên endamên NATO`yê; dewleta Tirk û Yewnanistanê de bike.

Rageşiya dewleta Tirk û Yewnanistanê… keştiyeke şer a DYA’yê gihaşt girava Kretayê
20 tebax, 2020   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Dengê Amerîkayayê diyar kir ku keştiya şer a DYA’yê ‘USS Herschel Woody Williams’ tevî keştiyên din ên Yekitiya Ewropayê û Rûsyayê bûn.

Pisporên leşkerî keştiya USS Herschel Woody Williams bi baregeheke leşkerî bi nav dikin û duyemîn keştiya mezin e ku hêzên deryayî yên DYA’yê wek navendên veguhastin û piştgiriya bilez ji operasyonên leşkerî bi kar tîne.